Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat , ji televizyona Medya haber re axivî destnîşan kir ku jin divê xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe xurt bikin û ji bo avakirina jiyanê beriya her tiştî divê têbikoşin.
Besê Hozat got; Pêngava ji Rêbertî re azadî, hat asteke pir girîng.
Bi rastî jî hem di warê berxwedana civakî de, hem jî di warê têkoşîna hiqûqî, dîplomatîk, siyasî û îdeolojîk de asteke girîng bi dest xist.
Lê divê em pêngavê bigihînin asteke hîn jortir.
Di pêngavê de armanca esas azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye.
Yanî avakirina mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêbertî ye.
Lewma ev têkoşîneke hîn berfirehtir û hîn mezintir dixwaze.
Asta têkoşîna heyî, ji vê armancê re têrê nake.
Helbet têkoşîna siyasî, dîplomatîk û hiqûqî jî girîng e.
Bi taybetî hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.
Tirkiye hiqûqa xwe binpê dike. Li Îmraliyê ti hiqûq nayê pêkanîn.
Bi temamî bêwijdaniyeke mezin e û bêexlaqî li dijî Rêbertî heye.
Di vî warî de têkoşîna hiqûqî jî girîng e.
Divê em bi têkoşîn û berxwedana civakî, zexteke pir ciddî li ser dewleta Tirk ava bikin.
Divê em Konseya Ewropa, CPT û bi temamî li ser detshilatdariyên Ewropayê, zexteke girseyî ava bikin.
Ev zext jî divê di warê siyasî, dîplomatîk û hiqûqî de be û divê ev detshilatdarî gavan biavêjin û guhertineke polîtîkaya xwe bikin.