Sala 2015’an di nava teqîneke mezin de min Zîlan Dîgor nas kir. Dema ku min ji Zîlan re got ku mîna Kurdistanê narîn e, wê jî ev gotin bi kar anî bû: “Ne bi narîntiya xwe, lê em bi şervaniya xwe tên naskirin.” Bi vê gotinê bû wesîle ku Mazlûm Pîro nas bik

Gerîlayê Cenga Heftanînê Mazlûm Pîro navê Mazlûm Dogan li xwe kiribû, ku di heman demê de çarenûsa berxwedanê jî dabû ser milê xwe.

Sala 2015’an di nava teqîneke mezin de min Zîlan Dîgor (Evîn Erken) nas kir. Dema ku min ji Zîlan re got ku mîna Kurdistanê narîn e, wê jî ev gotin bi kar anî bû: “Ne bi narîntiya xwe, lê em bi şervaniya xwe tên naskirin.” Bi vê gotinê bûbû wesîle ku Mazlûm Pîro nas bikim.

Zîlan Dîgor bi hesreteke mezin hatibû Kurdistanê. Zîlan tenê salekê di nava bedewiya têkoşînê de ma. Zîlan Dîgor sala 2016’an li kolanên Sûrê bi fermandariya Fermandarê Mezin Çiyager şer kir û şehîd bû.

DI TEMENEKÎ CIWANTIYÊ DE HATE GIRTIN

Dema ku min nû Mazlûm Pîro dît Zîlan hatibû ber çavên min, li Heftanînê. Mazlûm Pîro (Mûrat Aktaş) di sibehekê de li Dîgorê ji dayik bû. Mîna her Kurdekî sirgûn bû. Ji bo Mûrat Aktaş her tişt zû qewimî. Keda wî dihate xwarin, li bajarên yekdestan bi bêwatebûna jiyanê dihesiya, li rêyeke rizgariyê digeriya. Her ku lêgerîn zêde dibû liv û tevgera wî jî zêde dibû, êşkence jî zêde dibû, bêhtir fêhm dikir. Her tişt ji bo wî ber bi aliyekî rast ve diherikî. Her ku dijmin nas dikir, berxwedana wî zêde dibû. Her ku qîrîna wî ya ‘azadiyê’ mezin dibû, li bajarê ku lê dima bal diçû ser wî.

Di temenekî ciwan de hate girtin. Mazlûm Dogan bêhtir hîn dibû ku berê navê wî, wateya wî zanîbû. Mazlûm Dogan dîrokek bû ku zindana dijmin li dijmin kir zindan. Mûrat jî li wir biryar da; ‘Li çiyayên azad ku ez ê lê bimeşim, navê min wê Mazlûm be’. Û piştî ku ji zindanê derket, zanebûna xwe li bedewiya têkoşînê zêde kir û dest bi meşê kir. Wate ade dibû, jiyan zû dihate hûnandin.

BÊRAWESTAN ŞER KIR

Mûrat sala 2015’an bi rê ket û xwe gihand rêwîtiya têkoşînê. Rê dibû têkoşîn, Mûrat jî dibû Mazlûm. Mazlûm Pîro sala 2015’an ber bi azadiyê ve bi rê ket. Ji gelek deveran derbas bû, şahidî ji gelek tiştan re kir. Xwe gihand Heftanînê. Roja ku xwe gihand, cengê dest pê kir. Mazlûm Pîro sala 2019’an hat Heftanînê. Ji roja ku hat bêrawestan şer kir. Li dijî dagirkerên ku ji bo vexwarina xwîna Kurdan sond xwariye, li dijî xayinên ku neteweya Kurd wê wan ti carî ji bîr neke, li dijî paşverûtiyê şer kir…

Di 17’ê Hezîranê de dema ku dagirkeran xwestin êrişî girê Dûpişkê bike Mazlûm Pîro tevî gerîla Agît du rojan li dijî dagirkeran li ber xwe da. Ez vî ruhî nas dikim. Di sala 2015’an de li kolanên Sûrê yên Amedê jinek hebû. Digot, ‘Em bi şervaniya xwe tên naskirin’, jineke ji Dîgorê ya mîna bahozê. Vî ruhî nas dikim ku bi berxwedana xwe êşkence perîşan kir li zindanên Amedê. “Berxwedan jiyan e”. Mazlûm Pîro ev her du ruh di bedena xwe de hilgirtibû. Hevpariya ruhê bedew li qada cengê, li Heftanînê da ser milê xwe…