Yek ji endamên şandeya Parlamenterên Parlamentoya Katalonya -CUP, Montserrat Vînyets Pages, dema ji Stenbolê vegeriya li Parlamentoya Katalonya axivî û li ser pergala qirkirina li ser Rêber Abdullah Ocalan agahî dan.

Montserrat Vînyets Pages, bi bîrxist ku meha Sibatê 25mîn salvegera tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e û got;

Şandeya me li Stenbolê bi parêzerên Abdullah Ocalan û saziyên sivîl re, ku ji bo mafên mirovan têkoşinê dikin re hevdîtin kir.

3 sal in ku tu agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin, ev tiştekî ku li cîhanê ne hatiye dîtin e.

Ev rewşeke ku mirova dikare wekî êşkenceya herî giran bibîne û wisa ye.

Ji ber vê yekê em îro di 25mîn salvegera dîlgirtina Ocalan de, dixwazin dengê xwe bigihînin tevahiya Cîhanê.

Em bang li Komîteya li Dijî Îşkencê ya Konseya Ewropa -CPT dikin ku demildest mudaxele bike û raya giştî ya cîhanê jî agahdar bike.

Li ser navê berpirsyarî û demokrasiyê em dixwazin Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd, demildest bên berdan.”