Gerîlayên YJA Starê ji tunelên şer 8’ê Adarê li Rêber Apo, li hemû jinan pîroz kirin, girtiyên di greva birçîbûnê de, dayikên di nobeta edaletê de silav kirin.

Gerîlayên YJA Starê dan zanîn Îdeolojiya bi paradigmeya Rêbertî pêşketiye, li gelemperiya cîhanê mîna şoreşê ye û jinên ji hemû civakan li hev kom kirine û wiha gotin:

Mejiyê dewleta netewe yê hemû nirxên mirovahiyê dîl girtine ketiye nava tirseke mezin. Ji ber vê topyekûn û rêbaza şerê taybet êrîşî têkoşînê dike.

Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst, li dijî Rêber Apo û tevgera PKK’ê ê nirxên Kurd û Kurdistanê û hebûna azadiyê diparêzin, her cûre êrîşan dike.

Li çiyayên Kuridstanê zêdeyî 4 sal in li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çekên taktîk nukleer, kîmyewî û rêbazên şerê qirêj bi kartîne û sucên mirovaniyê dike.

Gerîlayên serdema nû bi îradeya xwe ya ji pola û serweriya xwe ya taktîkî hemû êrîşan têk dibin.

Gerillayên YJA Starê dan zanîn di her çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê çêdibin de tê dîtin îrade û xwesteka mirov dikare her cûre êrîşên teknîkê têk bibe û wiha gotin:

Weke YJA Starê, em bi îdeolojiya ‘Yên şer dikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin, yên bedew dibin tên hezkirin’ ya Rêber Apo, xwe xemilandine, peyamê didin jinên li cîhanê. Li hemberî jinên azadîxwaz ti hêz nikare bi ser bikeve.

Ji bo azadî mezintir bibe, belavî hemû qadan bibe, banga me ji bo jinan, berê xwe bidin refên azadiyê. Nava refên azadiyê cihê rûmet, lehengî, delalî, xweşikahî û azadiyê ye.