Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ya Iraqê ji ANF’ê re axivîn.

Zubeyîr Aydar got. Beriya êrîşa dagirkeriyê bi rojekê, Erdogan serdana Bexdayê dike. Bi rêya vê operasyonê zexteke du alî, hem li rêveberiya Başûr, hem li desthilatdairya navendî ya Iraqê dikin. ji bilî gefa e4skerî, riyên aboriyê datîne pêşiya wan. Bi avê şantajê li wan dike. Zextên enerjî, aborî û rê dike. Armanca wan jî dagirkirina Kurdistanê ye.

Divê Iraq, li dijî şer û şanyajn, riyên siyasî û çareseriyê derbixwê pêş. bi vî rnegî hem serweriya Iraqê biparêze, hem rê li ber adgirkeirya dewleta Tirk a bigire.

Divê Kurd, azadî û xaka xwe biparêzin. Di platformên neteweyî û navneteweyî de li dijî vê yekê divê têkoşin bê kirin. Dewleta Tirk li Kurdistanê di şer de têk çûye û dibê ev têkçûna wan misoger bibe.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî anî ziman ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê di şer de têk çûye. Ji bo têkçûna xwe bide rawestandin li welatan digere. Ji bo vê jî Erdogan 22’ê Nîsanê-îro diçe serdana Iraqê. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Gerîla bê encam mane. Ji bo vê jî dewleta Tirk dixwaze hevakaran peyda bike û xwe têkçûnê rizgar bike.

Kartal bal kişande ser civîna KNK’ê û got; Hemû partî û tevgerên Kurdistanî yên di bin sîwana KNKê de li dijî êrîşan helwestek tund nîşan daqn. Ji xwe ji encamên hilbijartinê diyar bû ku ev polîtîka têk çûye. Gelê me li hemberî van polîtîkayan helwest nîşan da. Gelê me wê ji niha û pê ve jî, bi vê helwesta xwe siyaseta deweleta Tirk dagirker têk bibe.