Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser Metînayê ji bejahî û hewayî ve bi bombardûmanê dewam dike. Hêzên me bersiv dan dagirkeran û çalakiyek kirin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.”

HPG’ê li ser çalakiyan û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:

“Li herêma Metînayê;

21’ê Nîsanê saet di 14:30’î de li Qada Şêlazê bi rêbaza êrişê li dijî dagirkeran çalakiyek hate kirin. Ji du baskan ve bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

20’ê Nîsanê saet di 11:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

20’ê Nîsanê saet di 12:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hate îmhakirin.

21’ê Nîsanê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

HPG’ê li ser Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî jî ev agahî dan:

21’ê Nîsanê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrişên din ên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî wiha rêz kirin:

19, 20 û 21’ê Nîsanê li herêma Metînayê qadên Golka, Bêşîlî yên berxwedanê 2 caran, li herêma Xakurkê qada Goşînê carekê, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 2 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê Baharê 9 caran, li herêma Garê qada Girê Reşît û Deşta Kafya 2 caran; bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19 û 20’ê Nîsanê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Kerîm, Girê Şehîd Çekdar, Serê Mewtîna, Girê Ortê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”