Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, jin xwedî wê hêzê ne ku hebûn û berxwedana xwe li her cihî bidin qebûlkirin û diyar kirin, divê çandeke berxwedanê ya navneteweyî bê afirandin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivîn û destnîşan kirin ku jin divê bi xweparastinê jiyanê bi destê xwe ava bikin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Dorşîn Şervan diyar kir, sîstema kapîtalîst nasname û nirxên jinê her roj tine dike û got, “Jin li dijî vê yekê divê tevlî xeta berxwedanê û refên berxwedanê bibin. Li her qada jiyanê divê ked û dengê jinê hebin. Gelek sedemên berxwedana me ya li çiyayên Kurdistanê heye.

Jineke azad, mêrekî azad bi felsefeya jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe. Jin li her qada jiyanê dikarin nasnameya xwe ya azad mayinde bikin, hebûn û berxwedana xwe bidin qebûlkirin. Ked û azadiya jinê divê tenê di 8’ê Adarê de nebe. Jin parçeyekî jiyanê ye. Jin bi xweparastinê divê jiyanê bi destê xwe ava bike.”

Ji gerîlayên HPG’ê Siyabend Koçer bal kişand ser çanda xwedawendiyê ya li çiyayên Kurdistanê û destnîşan kir ku azadiya jin û mêr bi hev ve girêdayî ye. Koçer diyar kir, çanda civakê bi nirxên exlaqî û polîtîk tê dewlemendkirin û got, “Divê mirov xisara ku sîstema desthilatdar afirandiye baş binirxînin. Azadiya jinê bi azadiya mêr dibe. Azadiya her du zayendan jî asta civakê nîşan dide. Girîng e ku keda jinê jî ya mêr jî bê dîtin. Em; şervanên azadiyê keda jinê û nirxên civakê û gelan dibînin û berxwedana xwe li çiyayên Kurdistanê dewam dikin. Em dixwazin bibin şopdarên Sarayan, Clara Zetkîn, Fîdan, Zîlan, Rosa Luksembûrgan.”

‘HEVJIYANA AZAD NEBE NABE’

Ji gerîlayên YJA Starê Destîra Zagros jî li ser hevjiyana azad axivî û got, “Nêrîna me ya li azadiyê cuda ye. Îdeolojî û nexşeyeke Rêbertî heye ku cihêrengî, mafên gelên bindest û zimanên gerdûnê hemû di nav de hene.”

Zagros bi dewamî got, “Sûdwergirtina ji nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya şervanê azadiyê, tesmîliyeta rastiyê. Ji bo mirov hevjiyana azad bi cih bînin divê di oxira van nirxên mezin de şer bikin.

Eger mirov di çarçoveya tezên azadiyê de binirxînin, hingî ya ku nirxên civakî yên Kurdan derxist holê keda jinê ye. Berxwedana jinê ye. Di nava refên PKK’ê de berxwedana jinê xwedî cihekî girîng e. Nêrîna mêran jî diguhere. Li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn di bingeha krîzan û kaosan hemûyan de zîhniyeteke serdest û despot heye. Yên ku li rastiyê digerin dibin şervanên azadiyê. Li çiyayên Kurdistanê jin bi he rengî têkoşîneke pîroz û mezin dimeşînin. Mêrekî azad bi jineke azad dibe. Em ji vê re hevjiyana azad dibêjin. Şervaneke/î azadiyê divê hevjiyana azad ji xwe re bike pîvan. Hevjiyana azad nebe nabe.”

‘JINÊN KURD HÊZA AVAKIRINA JIYANÊ NE’

Ji gerîlayên HPG’ê Fedakar Ridvan anî ziman ku 8’ê  Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê xwedî wateyeke mezin e û got, “Her tim komkujî, zordarî û qirkirin li gelê Kurd hatin kirin. Têkoşîn û berxwedana jinan ji bo armancên mezin tên meşandin. Jinên Kurd bi berxedana xwe bûye çavkaniyeke sûdwergirtinê ji jinên cîhanê re. Jinên Kurd ku gelek guhertinên mezin kirin, hêza avakar a jiyanê ne.”

Fedakar Ridvan ragihand ku şervanên azadiyê wê bi berxwedana xwe ya li çiyayên Kurdistanê berxwedanê li her qada jiyanê belav bikin û got, “Çanda berxwedanê divê her rojê be, kedkar, bindest, gel û jin divê bi berxwedanê bi hev re çandeke berxwedanê ya navneteweyî biafirînin.”