STENBOL- Parlametnera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wih agot: “Li dijî binpêkirina mafan tişta pêwist ku divê em bikin, dengê ku girtî nikarin derbixin divê em der bixin. Ji ber vê li dijî hemû zextan rêxistinbûna derxistina dengê hevpar divê.”

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê binpêkirina mafan her diçe zêde dibe. Yek ji van girtîgehan jî girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ye. Girtî bi gelek binpêkirinan re tên rû hev. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum der barê zextên li ser girtiyên li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê de ji malbatan agahî girt û her wiha agahiyê serdanê parve kir.

‘Êrîş bi talîmata midur pêk tê’
Zuleyhayê daxuyakirin ku li girtîgehan êrîşên giran tên kirin û ev tişt bi lêv kir: “Li gorî agahiyên ji girtiyan hatine girtin, êrîş bi talîmata midurê girtîgehê pêk tê. Girtiyan 4 rojan di odeya sunger de îşkence dîtine. Di encama vê de di mîz û kuxikê de bi girtiyan re xwîn hatiye dîtin. Tenê doktorê girtîgehê derman kiriye. Ji ber vê pirsgirêka wan baş nayê zanîn. Nahêlin girtî biçin doktorên derveyî girtîgehê. Divê girtî ji aliyê doktorekî ku zext lê nayê kirin ve bên dermankirin.”

‘Divê rayagiştî ava bibe’
Zuleyhayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku girtiyan piştgiriya rayagiştî jî xwestine û got: “Di nav çar dîwaran de ne. Ew zêde nikarin tiştekî bikin. Divê li dijî van binpêkirinên mafan deng bê derxistin. Mekanîzmayên ku mafên xwe bixwazin tune ye. Yên li derve divê rayagiştî ava bikin.”

Ava vexwarinê qirêj e!
Zuleyhayê her wiha bi lêv kir ku hemû girtîyên li girtîgehan di bin zextan de ne û bi taybet zextên li ser girtiyên siyasî pir giranin û wiha pê de çû: “Li ser girtiyên edlî jî zextek cuda ava bûye. Axayê koxuşan hene. Koxuşên edlî yên têkiliyên desthilatdariyê lê ava bûne hene. Her roj ji girtîgehan ji me re gilî tên. Herî dawî ji girtîgeha Şakranê hat gotin ku ava vexwarinê qirêje. Li bedena girtiyan birîn hene. Ligel girtîgehan ava vexwarinê qirêje. Tişta divê em bikin, derxistina denge. Divê em li dijî van zextan dengekî hevpar derbixin.