Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirkhan û Tulay Hatimogûllari li ber eywana danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ku Doza Kobanê lê tê lidarxistin, daxuyanî dan.

Hevserokê Giştî Tuncer Bakirkhan bal kişand ser Doza Kobanê û wiha got:

“Em bi dozeke ku hemû dinya jê re li çepikan dide û Tirkiye jî didarizîne rû bi rû ne. Ji dadgehên Îstîklalê heta roja me ya îro em bi dozên komployê re rû bi rû ne. Ji destpêkê heta niha dozek bi dek û dolab e. Ya rast siyaseta demokratîk tê darizandin. Em hemû bi viya baş dizanin. Ked û têkoşîna gelê kurd tê darizandin. Şermezarkirin û dijderketina barbariya DAIŞ’a ku bûye serê Rojhilata Navîn, Sûriyeyê, Rojava îro li Tirkiyeyê bûye mijara darizandinê. Ev 7 sal in hevalên me tên darizandin. Em carek din dibêjin ku ev dozek siyasî ye û bi feraman desthilatdariyê pêk tê. Em dixwazin tavilê hevalên me bên berdan. Lê em carek din dibêjin ku em ê bi siyaset û têkoşîna xwe van dozan pûç bikin.”

Hevseroka Giştî Tulay Hatimogûllari jî destnîşan kir ku li dijî siyaseta wan a demokratîk darbeya siyasî û sivîl tê kirin û got:

“Kobanê berxwedana gelê kurd û dostên wan bûn. DAIŞ talûke bû û kurdan viya asteng kir. Lê îro şermezarkirina wê talûkeya DAIŞ’ê bûye darizandina siyasetmedarên kurd û demokratîk. Emê qet vê dozê qebûl nekin û her li dijî wê rabin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn ji nedîtî ve tên û sûcê li dijî hiqûqê tê kirin. Em ê xwedî li hevalên xwe derkevin û doza komployê pûç bikin. Divê tavilê hemû hevalên me yên neheq û bêhiqûqî niha ji dozê girtî ne tavilê bên berdan û dawî li dozê bê anîn.”