Kurdên li Elegezê û gundê Araksê yê navçeya Oktemberiyan ya Ermenistanê Newroz pîroz kirin.

Li gundê Araksê agirê Newrozê bi dirûşmeyan hate pêxistin û gel li ber agirê Newrozê govend gerand.

Piştî pêxistina agirê Newrozê bavê Şehîd Rûken, Milo û endama Komîteya Yekîtiya Jinên Azad Şîrîn Kalaşiyan axaftin kirin.

Qisekeran diyar kir ku ew bawer dikin Newroza îsal wê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Newroz wê li paytext Erîvanê jî, di 25’ê Adarê de werê pîrozkirin.