Nivîskar û rojnamevanê li Swêdê naskirî Jan Gûllîoû diyar kir ku daxwaza Kurdan a ji bo azadiyê û derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ daxwazeke mafdar e.

Nivîskar û rojnamevanê Swêdî Jan Gûllîoû ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku polîsên Swêdê hewl dan berpirsyariya kuştina Olof Palme bixe stuyê PKK’ê û got, “Dibe ku hûn alîgirê PKK’ê bin, yan jî li dij bin; lê belê PKK rêxistineke polîtîk zane û siyasî ye. Tişta herî nebaş a ku PKK’ê ji bo Kurdên li Swêdê û tevahiya cîhanê bikira, kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme bû. Kirina tiştekî wiha, ji aliyê siyasî ve jib o dîroka Kurdan wê tiştekî gelekî nebaş bûya. Piştî kuştina Palme Kurd hemû bi kujeriyê hatin sûcdarkirin.”

Gûllîoû diyar kir ku ji aliyê siyasî ve PKK kirin hedef û bi bîr xist, Midûrê Emniyetê yê Stockholmê Hans Holmer û musteşarê Wezîrê Edaletê Ebbe Carlsson, ji bo teroriya xwe ya ‘kuştina Palme bi destê PKK’ê’ bidin bawerkirin, îdîa kirin ku Îranê di berdêla kuştina Olof Palme de soz dane Kurdan ku Kurdistanê ava bikin.

Gûllîoû ragihand ku Holmer û Carlsson ji bo berpirsyariya kuştina Palme bixin stuyê PKK’ê hincet ji xwe re peyda kirine û got, “Teqez ev teorî ne rast bû, lê belê medyayê bi taybetî jî rojnameya Expressen ku hingî gelekî dihate firotin, ev teorî pejirandin ku ev yek jî bû sedem li tevahiya Swêdê zext li Kurdan bê kirin. Ji dema ku demokrasî li Swêdê kete meriyetê û pê ve cara yekê bû ku polîsan bi rengekî dijî qanûna avêtin ser malan û lêgerîn kirin. Bi şev Kurd dihatin lêpirsîn. Xwediyên pîzza, restorantan dihatin lêpirsîn. Polîsan ji bo teoriya xwe xurt bikin dixwestin delîlan peyda bikin. Lê belê tişta dixwestin nekarîn bikin.”

Gûllîoû destnîşan kir ku ji bilî Holmer û Carlsson kêm mirovan bawer dikr ku Olof Palme ji aliyê Kurdan ve hatiye kuştin û got, “Li gorî min û gelek kesan, delîl û îfadeyên têkildarî mijarê nîşan didan ku bûyera kuştinê ji aliyê Chrîster Petersson ve hatiye kirin. Ji xwe ji aliyê dadgeha destpêkê ve ji sûcê kuştinê hate mehkûmkirin, lê belê dadgeha bilind biryara beraatê têkildarî wî da.”

Gûllîoû bal kişand ser civîna çapemeniyê ya 10’ê Hezîranê ku Serdozger Chrîster Petersson, Stîg Enstrom weke kujerê Palme ragihand û anî ziman ku wî ev yek bi rengekî ecêb pêşwazî kiriye. Gûllîoû got, “Ji ber ku Engstrom di nava bersûcên kujeran de di rêza duyemîn de bû. Serdozger ku nav û paşnavê wî û yê bersûcê kuştina Palme weke hev in, diyar kir ku delîlên li ber destê wî têrê nake ku pê Stîg Engstrom bigire û dozê lê veke. Lê belê spekulasyona ku digot ‘bûyer ji aliyê Kurdan ve hatiye kirin’ êdî daketibû rêzên jêrîn.”

Gûllîoû her wiha destnîşan kir ku dewlet û medya Tirk hewl dan berpirsyariya kuştina Palme bixe stuyê PKK’ê û Kurdan.

Gûllîoû diyar kir ku polîsên Swêdê Sapo jî ji bo berpirsyariya kuştina Palme bixe stuyê KUrdan beriya salekê dest bi hewldanên afirandina raya giştî kirin û anî ziman, ku li telefona çend Kurdan guhdarî kirin, lê belê li ser sûc tiştek bi dest nexistin.

Gûllîoû destnîşan kir, piştî ku Serdozger bûyera kuştina Palme girt, divê ji Kurdan lêborîn bê xwestin. Gûllîoû diyar kir, daxwaza Kurdan a ji bo derxistina navê PKK’êji lîsteya rêxistinên terorê daxwazeke mafdar e û got, divê hikumeta Swêdê PKK’ê ji nava lîsteya rêxistinên terorê derxîne.