Gerîlaya YJA Starê Asmîn Vindar ku di berxwedana Cenga Heftanînê de birîndar bû, bang li kontrayan kir ên ku dane pêşiya hêzên dewleta Tirk: “Ne hêja ye ku ji bo çend qurişan ewladên xwe bikujin, dest ji rûmeta xwe berdin.”

Gerîlaya YJA Starê Asmîn Vindar diyar kir ku dewleta Tirk a bi hêza xwe ya şer hemûyî êriş dike, li Heftanînê derbên giran xwariye ku ne li bendê bû û bi bîr xist ku li Pîrbûlayê poşman bûye.

Vindar ragihand, ku artêşa Tirk niha jî gav bi gav hewl dide bi pêş ve biçe, lê her ku vê yekê dike derbê dixwe û neçar dimîne xwe vekişîne û got, berxwedan dewam dike.

BILA CERDEVAN Û KONTRA DEST JI VAN KIRYARÊN XWE BERDIN

Vindar anî ziman, cerdevan, kontrayên ku di vê êrişa dagirkeriyê de serkêşiyê dikin, didin pêşiya hêzên Tirk û got, “Bila nedin pêşiya dijmin ku dixwaze Kurdistanê dagir bike. Ne hêja ye ku ji bo çend qurişan ewladê xwe bikujin, dest ji rûmeta xwe berdin. Bila gelê me li ber xayinan, li ber kontrayên ku ji bo pereyan hatine me bikujin, rabe. Bila qebûl neke, bike ku dest ji vê hewldana xwe berdin. Bila her kes di vê der barê de agahiyê bide yên nêzî xwe.”

JINÛVE AVABÛN DIBE SEDEMA SERKETINÊ

Gerîla Asmîn Vindar ragihand, ku artêşa Tirk a ku bi teknîk û teknolojiyê êriş dike, li gerîlayên xwe ji nû ve ava kirine rast hatiye û got, “Gerîla xwe guhertiye, veguhertiye, lewma bi ser dikeve. Bandora guhertina rêbazê tê dîtin. Ji aliyê felsefe, îdîa, biryardarî û baweriyê ve asta gerîla ji xwe tê zanîn. Bi vê bawerî û taktîkên dewlemend, li Heftanînê rêbazeke nû hate afirandin. Divê em zanibin ku em deyndarê şehîdan in ku ji bo azadiya vê xakê şer kirin. Bi saya wan li Heftanînê serketin tê bidestxistin.”