Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel got, ji bo em hêrsa xwe li dijî tariyê bilind bikin, em hemû 6’ê Çile li Parîsê bin.

KONGRA GEL dibêje, tevî ku tê zanîn hêza kujer a li pişt her du komkujiyên Parîsê kî ye jî, dewleta Franseyê heta niha deng ji xwe neaniye û hewl nedaye rastî eşkere bibe.

KONGRA GEL di vê çarçoveyê de pozîsyona Franseyê ya di komkujiyan de destnîşan dike û diyar dike; Franse bi vê rewşê di bin tohmetê de ye.

KONGRA GEL bang li Franseyê dike û dibêje, ji bo edalet pêk bê, Kurd û dostên xwe, nexasim jî raya giştî û jin, çaverê ne û bendewar in, ev komkujî were ronîkirin.

KONGRA GEL di dawiyê de bang li gelê Kurd û dostên wan dike, dibêje; ji bo edalet pêk bê û ji bo kujerên rastî bêne eşkerekirin, divê her kes li Parîsê be, bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.