Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî-Mexmûrê, ji bo azadiya fîzîkî ya RêberAbdullah Ocalan “Nobeta Azadiyê” hatibû destpêkirin.
Nobeta Azadiyê di roja 169’an de bi koma 34’an berdewam dike.
Merasîma dewrkirina koma çalakiyê bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Ciwanan hate pêknîn.
Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 33mîn Seedî Aloşî axivî, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got:
“Em bang li hemû kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin dikin ku li Rêbertiya me xwedî derbikevin û Serokê me ji bin vê tecrîdê derbixin.
Em azadiya fîzîkî ya Serokê xwe dixwazin û em serkefinê ji hemû gelê Kurd yê bindest re dixwazin.
Nobeta Azadiyê bi dirûşmeyan dewrî koma 34’an hate kirin.