DKP/Bîrlîk nûnerê MLKP’ê Bayram Namaz (Baran Serhat) bi bîr anî yê ku bi sûîkasta dewleta Tirk û çeteyê wan hatibû qetilkirin.

Di 23’ê Adarê de li bajarê Serêkaniyê yê Rojava êrîşeke sûîkastê li Bayram Namaz hatibû kirin.

DKP/Bîrlîkê derbarê êrîşa li ser Namaz daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Baran Serhat yek ji kadroyê pêşeng ê MLKP’ê ye. Dilê wî yê ji bo şer li Rojava dîsa di nava şer de bû. Mil dabû têkoşîna şoreşa yekbûyî, di warê ku şoreşa Kurdistanê û ya Tirkiyeyê digihêjin hev, di warê avakirina tevgera şoreşger a yekbûyî berpirsyarî wergirtibû. Baran Serhat ji bo reşandina tovên azadiyê bi qehremanî şer kir. Ji ber ku ji bo wî li ser rêya şoreşê peywireke biçûk an jî mezin tune. Her gava xwe bi ked û heyecana amator û sadebûnê diavêt.

Ji parastina Şoreşa Rojava heta xebatên avakirina civakî li gelek qadan şop hişt. Ji çeperên Reqayê heta xebatên komunê yên gelên Rojava, bêyî rawestan bi heyecana xwe ya roja ewilî têkoşiya.

Dewleta faşîst a mêtinger a faşîzma AKP û MHP’ê tevî çeteyên xwe êrîşî rêheval Baran kirin. Ev êrîş tê wateya êrîşa li dijî Şoreşa Rojava. Divê were zanîn ku bi qetilkirina hevalên me re, em ê şûna wan bigirin û em ê xeyalên wan bidomînin.”