PKK: Pêngava berxwedanê ya ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin’ li çar aliyên dinyayê belav bûye û gihîştiye asteke girîng. Ev berxwedana ku siyaset û zîhniyeta faşîst ji çar aliyan ve dorpêç kiriye, faşîzma AKP-MHP’ê têk dibe.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, li ser rewşa dawî ya pêngava berxwedanê ya bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Mirovahiyê dît ku Newroza 2631’emîn yek ji Newrozên herî bi heybet ên dîrokê ye. Di serî de gelê Kurd, gelan û bindestan Qadên Azadiyê yên Newrozê dagirtin. Rastiya yekîtî, berxwedan û serketinê ya Newrozê ku cejneke azadiyê ye, di pêngava me ya berxwedanê de ya bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ berbiçav bûye. Li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ku êdî veguheriye rêbaz û sîstemekê, bi milyonan mirovî daxwaza jiyana azad a Rêber Abdullah Ocalan kirin. Newroza 2019’an li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bû Newroza Berxwedanê ya rasteqîn. Di serî de jin û ciwan em her kesên ku Newroz li ser vê bingehê pîroz kirin silav dikin û hêvî dikin ku Newroza 2632’emîn rê li ber serketinên mezintir veke.

DI HEFTEYA LEHENGIYÊ DE LEHENGÊN NÛ LI DÎROKA ME ZÊDE DIBIN

Em; gel û tevger di Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî de ne ku ji Newrozê destpê dike ku Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ji nû ve wate da wê û heta 28’ê Adarê Roja Lehengiyê ya Neteweyî didome ku fermandarê me yê nemir Mahsûm Korkmaz afirand. Di sala 2019’an de em lehengên nû li dîroka gelê xwe ya lehengiyê zêde dikin. Pêngava me ya berxwedanê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin’ ya ku li dora Greva Birçîbûnê ya Mezin a bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz li zindanan, çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê kirin, li ser bingeha çalakiyên girseyî li tevahiya dinyayê belav dibe. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Bakur li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, li Rojava jî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst destanên lehengiyê dinivîsînin. Di nava şerekî wiha dijwar de yê sala 2018’an, li qada me ya Zagrosê fermandarên HPG û YJA Starê û milîtanên hêja yên partiya me PKK’ê Bager Bîtlîs û Ronya Kars şehîd bûn. Em wan bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê xwedî li bîranînên wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin. Di serî de qadên Zagros, Garzan û Serhedê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin, jin û ciwanan dikin ku bi xurtî xwedî li van fermandarên hêja derkevin û li ser vê bingehê gerîla xurtir û mezintir bikin.

EM QSD’Ê PÎROZ DIKIN KU LI DIJÎ DAÎŞ’Ê SERKETINEKE DÎROKÎ AFIRAND

Gelê me yê li Rojava bi gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re bi taybetî bi gelê Ereb re bû yek û di encama berxwedana lehengî ya çar salan de ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi ser ket. YPG/YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li ser xeta Lehengiya Neteweyî şer dikin, di Newroza 2019’an de serketineke bi vî rengî ya dîrokî diyarî gelê me û mirovahiyê kirin. Li ser herêma dawî ya di destê DAÎŞ’ê de bû ala QSD’ê hate çikandin û bi vî rengî mirovahî ji tarîtiya DAÎŞ’ê rizgar bû. Fermandariyê QSD’ê ragihand ku di şerekî wiha dîrokî yê çar salan de 11 hezar şehîd û derdora 20 hezar birîndar çêbûne. Em fermandar û şervanên QSD’ê, her wiha hêzên koalîsyonê hemûyan ên li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, di şexsê DAÎŞ’ê de zîhniyet û siyaseta faşîst têk birin, Newroz bêhtir watedar kirin û di rojeke Newrozê de Cejna Serketinê diyarî gelê me û mirovahiyê kirin pîroz dikin û hêvîdar in ku şerê wan ê li dijî çetetiya faşîst wê her bidome. Em şehîdên leheng ên vê serketina dîrokî bi rêzdarî bi bîr tînin, ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin û gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê silav dikin.

BI XURTÎ XWEDÎ LI ŞAKAR Û BEÇET DERKEVIN

Pêngava berxwedanê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ ku bi pêşengiya Leyla Guven 7’ê Mijdara 2018’an li dora Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Mezin dest pê kir û li tevahiya dinyayê belav bû, şehîdên xwe yên destpêkê da. Piştî Zulkuf Gezen ê li girtîgeha Tekîrdagê şehîd bû, Ûgûr Şakar ê beriya niha li Elmanyayê çalakî kir û Ayten Beçet a li girtîgeha Gebzeyê dîlgirtî bû şehîd bûn. Beriya her tiştî em welatparêzê mezin Ûgûr Şakar û milîtana azadiya jinê hevrê Ayten Beçet bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin. Em êşa malbatên wan û gelê xwe parve dikin. Di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe û hêzên şoreşger-demokratîk hemûyan dikin ku bi rengekî rast ewladê leheng ê Dersimê Ûgûr Şakar û keça leheng a Sêrtê Ayten Beçet fêhm bikin û bi xurtî xwedî li wan derkevin.

DIVÊ NE BI RÊBAZÊN ŞEXSÎ, LÊ BI RÊBAZÊN RÊXISTINÎ DERB LI FAŞÎZMÊ BÊ XISTIN

Pêngava berxwedanê ya ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin’ li çar aliyên dinyayê belav bûye û gihîştiye asteke girîng. Ev berxwedana ku siyaset û zîhniyeta faşîst ji çar aliyan ve dorpêç kiriye, faşîzma AKP-MHP’ê têk dibe. Ji niha ve tê dîtin, bi hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê re ev hilweşîn wê bêhtir xuya bike. Bêguman ev berxwedana ku li ser bingeha têkbirina sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya li Îmraliyê ji bo hilweşandina siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker tê kirin, berxwedaneke lehengiyê ye, berxwedana serketinê ye û berxwedana azadiyê ye. Berxwedana serketin û rûmeta neteweyî ye ku li ser xeta Mazlûman, Kemalan, Hayriyan, Sarayan û Zîlanan derketiye holê. Ji ber vê yekê divê xeta çalakiyê rast bê fêhmkirin, li şûna rêbazên şexsî, nêzîkatiyeke rêxistinî were nîşandan û rêabzên ku derbê li faşîzmê dixe esas bê girtin. Hin çalakî hene ku dubareya wê nabe, dema ku bê dubarekirin rê li ber bêwateyê vedike. Çalakiyên hevrê Zulkuf, Ûgûr û Ayten çalakiyên bi vî rengî ne. Em pê bawer û piştrast in ku di serî de li zindanan hevrêyên li her qadê wê bi vê têgihiştinê tevbigerin, ne bi rengekî şexsî lê bi rengekî rêxistinî nêzîk bibin û rêbazên çalakiyê yên ku timî li dijmin dixin û faşîzmê têk dibin esas bigirin.

TOLA HEVRÊ BARAN WÊ TEQEZ BÊ HILANÎN

Herî dawî, bi dilekî şewat em pê hesiyan ku hevrê û dostê me yê gelekî hêja, hevkarê me yê li nava HBDH’ê milîtanê MLKP’ê hevrê Baran Serhat 23’ê Adarê li Rojava ji ber êrîşeke çete şehîd bûye. Beriya her tiştî em şoreşgerê mezin hevrê Baran Serhat bi rêz û hezkirinê bi bîr tînin, êşa kadro û rêveberiya MLKP’ê ya dostê me ye parve dikin. Hevrê Baran di nava sê salan de karên HBDH’ê gelekî xurt kir. Em dibêjin, wê tola hevrê Baran teqez bê hilanîn. Em bang li karker û kedkarên Tirkiyeyî, jin û ciwanan dikin ku xwedî li bîranîna şoreşgerê mezin hevrê Baran derkevin û bi xurtî tevlî têkoşîna şoreşa yekbûyî bibin. Eşkere ye ku hevrê Baran Şehîdê Şoreşa Tirkiyeyê ye, di heman demê de şehîdekî Kurdistanê ye, şehîdê şoreşa Rojava û Rojhilata Navîn e. Li Kurdistana Azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn a Demokratîk wê xwedî li bîranîna wî bê derketin. Bi berxwedana hevgirtî ya gelan wê dawî li tecrîdê bê anîn, faşîzm bê hilweşandin, Kurdistan azad bibe û Tirkiye demokratîk bibe.”