Dewleta Tirk ku doh Ermen qir kir, îro jî Kurdan qir dike, ji aliyê rêbazê ve timî xwe dubare kir. Lê belê Tevgera Kurd a li hemberî vê yekê rabû, kir ku rêyên hesabpirsînê bên vekirin.

Dewleta Tirk çi bi destwerdana xwe ya yekser, çi jî bi rêya taşeronan gelek caran komkujî kir. Ti taybetî êrişên qirker ên di nîvê destpêkê yên sedsala 20’an de ji aliyê dewletê ve hatin kirin, feraseta dewleta Tirk a heyî radixin pêş çavan. Tepisandina raperînên Kurd bi rêya komkujiyan, qetilkirina Elewî û Ermenan ji pêkanînên hovane yên wê demê bûn. Gelên ku daxwaza wekheviyê dikin dibin hedefa êrişên giran û kujer ên dewleta Tirk. Yek ji van jî Qirkirina Ermenan a 1915’an bû.

Heta çaryeka dawî ya sedsala 19’an, tevgera rewşenbîrên Ermen bi sê partiyan bi rê ve çû; Armenakan ku tenê bandor li derdora Wanê kir, Partiya Hinçak a Sosyal Demokratû Federasyona Şoreşger a Ermenan (Taşnaksûtyûn). Cudahiya îdeolojîk dema mirov bidin aliyekî, armanca hevpar a partiyan hemûyan ew bû ku bi rêya xweparastina rewa, ji bo Ermenên li nava Împaratoriya Osmanî derfetên baş bên afirandin. Partiyan her wiha ji Ewropiyan dixwestin ku di mijara islahatê de hîn bêhtir zextê li rêveberiya Osmanî bikin.

DESTPÊKIRINA KOMKUJIYAN

Pêknehatina vê yekê Ermen aciz dikir. Ji padîşahên dawîyên Osmanî Sûltan Abdulhamîd ê Duyemîn, erk da Alayên Hamîdiye yên ser bi dewleta xwe ve, ku li Kurdistanê li gorî kêfa xwe nêzî Ermenan bibin. Ermenên ku li ber vê yekê rabûn, komkujî li wan hate kirin.

Di 1’ê Cotmeha 1905’an de 2 milyon Ermen ji bo pêkanînên islahatê ji bo pêşkêşkirina daxwaznameye li Stenbolê li hev kom bûn, lê belê yekîneyên çekdar ên Osmanî bi rengekî tund mîtîng belav kir. Piştî demeke kurt li Stenbolê bûyerên tundiyê li dijî Ermenan dest pê kirin. Her wiha li bajarên Bedlîs, Amed, Erzîrom, Xarpêt, Sêwas, Trabzon û Wanê ku nifûsa Ermenan lê zêde bûn, komkujiyan dest pê kirin. Hejmara Ermenên li pgoromên bi navê ‘komkujiyên Hamîdiye’ de hatin kuştin, li gorî çavkaniyan cuda bên nîşandan jî li gorî lêkolînerên Ewropî ji 100 hezar heta 300 hezar kesî ye.

RÊZE KOMKUJÎ

Di destpêka sala 1909’an de di şerê navbera hêzên desthilatdar ên dewleta Osmanî de careke din Ermen hatibûn qetilkirin. Serhildana şerîatperestan li dijî hikumeta Jon Tirk dest pê kiribe jî li dijî Ermenan veguherî pogromayê û li Edeneyê belav bû. Nêzî 4 hezar sivîl û leşkerên Tirk tevlî êrişên dijî Ermenan bûn. Di vê bûyerê de ku weke ‘Komkujiya Edeneyê’ hate binavkirin li gorî texmînan ji 15 hezar heta 30 hezar Ermen hatin kuştin.

DESTPÊKA 1915’AN

Bi destpêkirina sala 1914’an re rêveberên Osmanî ji mêj ve dest bi daxuyaniyên bi îdîaya ‘Ermenên li împaratoriyê gefê li ewlekariyê dewletê dixwe’ kirin. Gelek efserên deryayî yên Osmanî ev rewş wiha nivîsandin: “Ermenan hevkarî bi dijmin re kirine, wê li Stenbolê îsyanê derxînin, wê ruesasa îttîhat bikujin, wê geliyê Çanakkaleyê vekin.”

Di şeva 23-24’ê Nîsana 1915’an de ku Ermen wê weke ‘Bazara izil’ bi nav dikin, hikumeta Osmanî ferman da ku nêzî 250 rewşenbîr û lîderên komîte yên Ermen ên li paytext Stenbolê li herêmên cuda yên bajêr bên komkirin û tavilê bên girtin. Ev kes piştre birin du navendên komkirinê yên li Ayaş û Çankiriyê. 

BI MILYONAN ERMEN HATIN QETILKIRIN

Piştî girtina 24’ê NÎsanê, ji bilî çend lîderên Ermen ên vegeriyan Stenbolê, di 29’ê Gulana 1915’an de bi qebûlkirina Qanûna Tehcîrê re, hemû bi zorê hatin koçberkirin yan jî qetilkirin. 24’ê Nîsanê niha li tevahiya cîhanê ji aliyê Ermenan ve weke Roja Bîranîna Qirkirina Ermenan tê bîranîn. Dema ku mirov bala xwe didin ser komkujî û sirgûnên ji sedsala 19’an heta ya 20’an ji aliyê Osmaniyan ve li dijî Ermenan hatin kirin, tê dîtin ku nêzî 1.5 milyon Ermen hatine qetilkirin û bi sed hezaran hatine sirgûnkirin.

DOH LI ERMENAN KIRIN, ÎRO JÎ LI KURDAN DIKIN

Di vê serdemê de jî dewleta Tirk mîna Osmaniyan bi heman mejî û polîtîkayê tevdigere. Komkujiyên ku doh li Ermenan hatin kirin, îro li Kurdan tên kirin. Komkujî, sirgûnên siyasî û tepisandina daxwazên wekheviyê…

Sekna dewleta Tirk a polîtîk a li dijî gelên ku daxwaza azadî û wekheviyê dikin, qet neguherî. Berevajî hîn bêhtir dijwartir bû. piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di salên 1980’î de rabû, ji aliyekî ve rabirdûya qirker a veşartî ya dewleta Tirk kifş kir, li aliyekî jî rê û rêbaza daxwaza maf a li dijî vê dewletê afirand. Dewleta Tirk ku doh Ermen, niha jî Kurdan qir dike, ji aliyê rêbazê ve xwe timî dubare kir. Tevgera Kurd jî li dijî vê yekê rê û rêbazên hesabpirsînê afirand.