Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ,Mahmut Şakar, bal kişand ser biryara DMME’ê ya redkirina serlêdana îşkence û muameleya xerab a Ocalan û diyar kir ku DMME’ê rol û misyona xwe ya parastina mafên mirovan winda kiriye.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber ku Ocalan li girtîgeha Îmraliyê rastî îşkence û muameleya xerab hatibû di sala 2010’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dabû û xwestibû Tirkiye bê darisandin. Lê DMME piştî 8 salan bersîva parêzeran da û daxwaza parêzeran red kir. Bertek û nerazîbûnên li dijî biryara DMME’ê zêde dibin. Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahmut Şakar, têkildarî helwesta DMME’ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Şakar bal kişand ser biryara DMME’ê ya redkirina serlêdana îşkence û muameleya xerab a Ocalan û diyar kir ku DMME’ê rol û misyona xwe ya parastina mafên mirovan winda kiriye. Şakar, anî ziman ku DMME ji sibata 1999’an heta niha rewş û şertên Ocalan û girtîgeha Îmraliyê baş dizane û wiha got: “Lê balkêş e biryara DMME’ê ya 27’ê Îlonê nîşan dide ku rol û misyona xwe binpê kiriye. Ji pîvan, hiqûq û rêgezên xwe dûr ketiye. Biryara DMME’ê girêdayî sekna Ocalan û polîtikayên Tirkiyeyê ye. DMME, pîvan û çeperê lêpirsînê li gorî hikûmeta Tirkiye dinirxîne. Li vir pergala Îmraliyê ji nedîtinê tên. Girtîgeha Îmraliyê li gorî Birêz Ocalan hatiye avakirin. Ji hewa û bejayî ve hemû der û dorê wê hatiye qedexekirin. Heta niha Navenda Rêveberiy Krîzê grav bi rêve biriye. Dadgeh şerê Ocalan rewa dike.”

TEVÎ HEMÛ TECRÎDA GIRAN BANDORA OCALAN LI SER GIRSEYA KURD TIRK Û ROJHILAT KÊM NEBÛYE

Şakar, bal kişand ser bandora tecridê ya li ser civakê û wiha got: “Tevî hemû şertên taybet û tecrîda girankirî ku têkiliya Ocalan bi tevahî ji derve qut bûye, nirxê Birêz Ocalan ê di nava civaka kurd, tirk û Rojhilata Navîn de qet kêm nebûye. Dijberî vê yekê rol û nirxên Ocalan bêtir zêdebûye û her dem wekî kesê çareser dike hatiye nasîn û qebûlkirin. Ocalan, bi vê pozisyona xwe ya çareseriyê tev digere. Birêz Ocalan îhlala li hemberî şexsê wî girêdayî civaka kurd nîşan dide. Îhlala li dijî Ocalan û gelê kurd bi hevve girêdayî ye. Dema êrîşa li dijî Birêz Ocalan pêş ket û civakê ev yek bihîst, civakê bi awayekî pir aşkere bertek û helwesta xwe nîşan da. Bi vê yekê di qada polîtîk de rageşî pêş ket.

Balkêş e piştî îşkenceya li dijî Ocalan CPT pir demek şûnde çû Ocalan ziyaret kir. Ev li dijî aqilan e. Heyet diyar dike ku çima Ocalan qala van pirsgirêkan nekiriye. Ev rewşek pir absurt e. Yek, ger ku birêz Ocalan hemû zext û tundiya li Îmraliyê pêk tê yek bi yek vebêje, wê devê li ser tiştekî din neaxive û hemû dema xwe li vê yekê xerç bike. Ev jî dem têr nake. Lê Ocalan xwedî dîsiplîn, plan û pergalek e. Ocalan zext û tundiya li dijî mafê wî tenê bi parêzerên xwe re parve dike. Dixwaze parêzerê wî van binpêkirinan bişopîne. Ji ber vê yekê heta niha ji bilî parêzeran der barê xwe de daxwazek nedaye derve. Ji xwe parêzerên Ocalan jî piştî bûyerê bi daxwaznameyekê CPT’î agahdar kir û xwest CPT lêkolîn bike. Êrişa fîzîkî ji CPT re izah kirin. Ji bilî tundiya fîzîkî tundiya polîtîk jî li ser Birêz Ocalan pêş ketiye. Em dipirsin çima CPT li ser daxwaza parêzeran neçû li Îmraliyê lêkolîn nekir? Ya din li gel ku ew qas dereng çûye jî çima têkildarî mijarê rewş ji Ocalan nepirsiye? Em dipirsin, Dozgerên DMME’ê bi rastî nivîsên ku parêzer dinivîsin dixwînin ya na? Ez bi xwe ji vê yekê nebawer im. Ter barê tecrîda Birêz Ocalan de di 18’ê Adara 2014’an de biryar hat dayîn. Di vê biryarê de agahiyên ku Ocalan ji mafê telefonê ya bi malbatê re sûdê digire heye. Sirf ji ber vê yekê wekî îhlal nabînin. Li gel ku parêzeran di hemû nivîsên xwe de diyar kirine ku Birêz Ocalan ji mafê telefonê sûdê nagire jî wekî Ocalan ji telfonê sûdê digire nîşan daye. Heyeta dadgehê sirf ji ber ku hikûmetê wekî ku Ocalan ji mafê telefonê sûd digire nîşan daye, ev derew derbasî derbasî qeydan kir. Em dipirsin çima di lêpirsînên edlî û îdarî de ji erkdaran pirsîn, lê çima ji Ocalan nepirsîn? Li aliyê din 24 saetna bi kamerayê tê şopandin. Çima li qeydên kamerayan nenerîn. Çima ev qeyd peşkêşî DMME nekirin.

‘BI RASTÎ JÎ BIJÎŞK ÇÛN ÎMRALÎ YA NA EM NE BAWER IN’

Şakar, bilêv kir ku heyet hemû berpirsiyarê dide Ocalan û wiha berdewam kir: “Hikûmet ji serî de dibêje piştî bûyerê bijîşk çûn û tu şopa îşkenceyê tespît nekir. Lê bi rastî parêzer çûn an neçûn em ne bawer in. Li aliyê din TTB’ê xwest heyetek serbixwe ava bike û biçin Îmraliyê, lê daxwaza TBB’ê hat redkirin. Yanî heyeta dadgehê li gorî belgeyên ku pergalê bi xwe ava kiriye nirxandinê dike. Nirxandina yek alî a li gorî pergalê esas digire. Yanî heyet tenê hikûmetê muhabatab digire.”

‘JI SERBIXWEBÛNA DMME’Ê BI FIKAR IM’

Şakar, bal kişand ser têkiliya navbera Hêzên hegomon ên Ewropa û Tirkiye ku bandora xwe çawa li ser DMME’ê dike û wiha berdewam kir: “Berî her tiştî li pişt DMME’ê eniyek polîtîk heye. DMME weki milê darazê yê Konseya Ewropa hatiye avakirin. Çawa ku Konseya Ewropa heta niha xetek polîtîk neşopand, heyeta dadgehê jî xetek bi îstikrar nemeşand. Yanî heyeta dadgehê li gorî Konseya Ewropa bi bandor û araste dibe. Heta niha xetek posîtif negirtiye dest. Di salên dawî de di mijara Tirkiye de Hêzên Hegomon ên Ewropa dixwazin Tirkiye di nava xwe de bigirin. Li gel ku Tirkiye her diçe otorîter dibe jî naxwazin ji nava destê xwe derxin. Di rewşek wisa de ez ne bawerim ku DMME li gorî heq der barê kesan de biryarek rat bide. Minak piştî OHAL’ê bi hezaran mirov îxraç bûn. Sekretere Konseya Ewropa bi xwe got divê komîsyonek bê avakirin. Li ser vê eykê DMME bi sedema ku ev karekî hiqûqa navxweyî ye serlêdanên kesan qebul nekirin.

Di salên 90’an de DMME’ê li dijî şewitadina gundan, îşkence, kuştin û kujerên nediyar bi dehan caran Tirkiye mahkûm kirin. Her ku diçe DMME di qada mafê mirovan û parastina mafên mirovan de her ku diçe rol û misyona xwe winda dike. Bêtir li gorî biryara siyasî tev digere. Sekna welatên Ewropa ya li dijî Îmralî û Birêz Ocalan li gorî konjonkturelên siyasî pêş dikevin. Beri her tiştî di avakirina pergala Îmraliyê de destê Yekitiya Ewropa heye. Ji ber vê yekê DMME, CPT jî di navde hemû saziyen ewropa û siyasetmedarên ewropa qet pergala îmraliyê lêpirsin nakin.

‘OCALAN NE TENÊ JI ALIYÊ HIKÛMETA TIRK VE, DI HEMAN DEMÊ DE JI ALIYE EWROPA VE HATIYE DÎLGIRTIN’

Şakar, herî dawî destnîşan kir ku Ocalan ne tenê ji aliyê hikûmeta Tirk ve, di heman demê de ji aliyê welatên ewropa ve jî dîl hatiye girtin. Ji ber vê yekê Ewropa hemû pêkanînên li ser Îmraliye rewa û mubah dibîne.
Mesela DMME di 2014’an de Ocalan weki “Kesê talûke” dîtiye. Ji ber vê yekê em Îmraliyê wekî Guantanamoya Ewropa digirin dest. Hemû geşedanên li Îmraliyê li diji Ocalan pêş dikevin para welatên Ewropa jî heye. Ocalan di heman demê de ên din ê Ewropa ye. Ev raste rast girêdayî statuya gelê kurd e. Serdestiya kolonyalîst a axa Kurdistanê bi destûr û zordaria ewropa pêş dikeve. Ji ber vê yekê divê pişt dîrokê jî bê dîtin. Wê demê ev rastî dê baştir Bê famkirin. Ji ber vê yekê em biryara DMME û CPT ya der barê Birêz Ocalan de rexne dikin.

Çavkanî Ajansa Mezopotamya