Yek ji kesên ku piştgirî da çalakiya nobedê Doktora Pispor a Anestezî û Reanîmasyonê Doktor Rukiye Ekenler têkildarî girtiyên nexweş ên li girtîgehan û çalakiyên greva birçîbûnê ji ajansa JinNewsê re axivî.

Rukiye, anî ziman ku hem li cem girtiyan û hem jî bi nobedarên Edaletê re ye û destnîşan kir ku ew ê li cem dayikan rûnin û bi hev re têbikoşin.

Dr. Rukiye wiha berdewam kir,

Em heta dawiyê li cem dayikanin.

Ji ber ku ev têkoşînek pir bi nirx e.

Ji bo herkes bikaribe nefesê bigire divê bi hev re têkoşînê bidomînin.

Weke jin, dayik û mirov girtiyên nexweş ên di grevê de bandoreke mezin li min dikin.

Ji ber ku her kes xwedî çîrokek cuda ye.

Ji ber vê yekê divê her kes di vê çalakiyê de cih bigire.

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.

Tişta ku girtî dikarin bikin greva birçîbûnê ye.

Ez bang li Odeya Tabîban dikim ku di vê mijarê de hestiyar bin.

Ger em hesas bin, em dikarin hevalên xwe yên di girtîgehê de bidin jiyîn.

Ez soz didim ku çi ji dest min bê ez ê bikim.

Divê rêxistinên sivîl, jin û her kesê hestiyar piştigiryê bide vê çalakiyê.

Werin em bi hev re aştiyê ava bikin.”