Hevşaredara Sarayê Dûman bi rêjeya 70 ji sedî hate hilbijarti, lê belê şaredarî ji aliyê desthilatdariyê ve hate desteserkirin. Dûman diyar kir, desthilatdariya ku bi operasyonên leşkerî nikare encamê bigire, bi rêbazên cuda êrişê dibe ser îradeya gel.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2019’an de HDP’ê li Wanê tevî bajarê mezin 10 şaredarî bi dest xist. Lê belê hîn di hefteya destpêkê de desthilatdariya AKP’ê bi hinceta ‘namzet bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin’ dest danî ser şaredariyên Artemêtan, Tûşba û Ebexê. di 19’ê Tebaxa 2019’an de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û piştre 6 şaredariyên HDP’î desteser kir.

Yek ji wan şaredariyan jî Şaredariya Sarayê bû ku HDP’ê bi rêjeya 70 ji sedî yê dengan bi dest xistibû. Hevşaredar Caziye Dûman ku qeyûm li şûna wê hatiye bicihkirin, qeyûm rêbazeke rejîmên dîktatorî ye ku dema dibîne li pêşberî îradeya gel bêhêz e, diafirîne.

‘LI SARAYÊ ÎHALEYAN PÊŞKÊŞÎ ALÎGIRÊ XWE DIKIN’

Dûman destnîşan kir, desthilatdariya AKP’ê tişta ku bi operasyonên leşkerî nekarî bike bi desteserkirina îradeya gel dixwaze bike û got, “Bi taybetî bi biryarên MGK a sala 2014’an hewl dide plana xwe pêk bîne. Planên zext, tundî, kuştina bêdaraz û tinekirin… Li şaredariyên ku bi qeyûman desteser kirine dixwazin destketiyên gel ji holê rakin, derfetên gel pêşkêşî alîgirê xwe bikin, îhaleyên neheq pêşkêşî alîgirên xwe bikin. Tişta ku jê re jêhatîne talankarî ye.”

Dûman diyar kir, personel jî ji derve tên anîn û ragihand, bi taybetî personelên leşkerî li midûriyetan bi cih dikin û got, “Bi vî rengî dixwazin li rêveberiyên xwecihî îradeya gel têk bibin.” Dûman diyar kir, AKP dixwaze civakeke welê biafirîne ku serî li ber ditewîne.