Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn got, paketên çareseriyê yên kapîtalîzmê li pêşberî koronayê îflas kirine û destnîşan kir, sîstemên dewletperest ên ku dibin sedema tengavî û kaosê ketine ber lêpirsînê.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn têkildarî sîstema kapîtalîst û nexweşên şewbê yên ji ber vê yekê rû dane ji ANF’ê re axivî.

Engîn diyar kir, sîstema modernîst a kapîtalîst bi rengekî cidî xitimî ye û got, “Li pêşberî pirsgirêkên gelekî mezin, kapîtalîzm bi îdeolojiya xwe ya lîberal an jî bi lîberalîzmê nikare bibe bersiv. Ji bersivê wêdetir, lîberalîzm bi nixumandina pirsgirêkan re pirsgirêkê girantir dike.”

Engîn destnîşan kir ku jiyana bi rê û rêbazên tê zanîn bi rengekî şaş hatiye hûnandin, wê bikeve nava krîz û tengaviyan” û diyar kir, yekemcar dem hatiye ku sîstemên dewletperest ên dibin sedema tengavî û kaosê bi rengekî cidî bên lêpirsîn.

Kasim Engîn anî ziman, sîstema modernîst a kapîtalîst hewl dide bi hêzên desthilatdar ên rastgir-mûxafazakar xwe ji nû ve binirxîne, hebûna xwe bidomîne û destnîşan kir, weke ku di mînaka Erdogan de tê dîtin, terora ku li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn dikin, wê hêrsa gelan a li dijî faşîzmê û qirkirinê roj bi roj no bike, li dijî rejîmên faşîzan hîn bêhtir li hev kom bikin û bikin ku li ber xwe bidin.

Engîn got, “Balkêş e ku di dema şewba vîrûsa koronayê de yên ku em wan weke otorîter, rastgir û tekperest pênase dikin, hemû mîna hev tevdigerin. Hewl didin vê şewbê ji bo xwe weke firsendekê bi kar bînin, polîtîkayên êrişkariyê bêhtir dimeşînin û li pey wê ne ku hîn bêhtir dewlemend bibin, xizanan jî terkî mirinê bikin.”

‘KAPÎTALÎZM LI DIJÎ CIVAKÎBÛNÊ YE’

Ji bo kapîtalîzmê pênaseya “Bi gotina herî sivik, kapîtalîzm belavkirina civakîbûnê ye, sîstema atomîzekirina kesayetan e. Lewma êriş û metirsiya herî mezin a li ser civakîbûnê ye ku mirovan ji nirxên herî bingehîn vedigire.

Mirovahî bi civakîbûnê heye. Civakîbûn jî hevkarî ye. Fransayî ji vê yekê re jiyana komun, yan jî komunal dibêjin. Gotina komunîzmê jî ji hevkarî, komî, jiyana bi hev re tê. Di zimanên Arî yan jî Îranî de kom hevkarî ye, civakî ye. Dibe ku gotina komun û komunîzm a Fransî ji vê çavkaniyê hatibe. Her kes li ser hemfikir e ku bêyî kombûnê mirovahî nekarî xwe bigihîne vê serdemê. Bi kombûnê mirovahî hebû û gihîşt vê serdemê. Kapîtalîzm jî antî-kom e. Kom hebe, kapîtalîzm nîne, kapîtalîzm hebe kom nîne. Lewma kom û kapîtalîzm li hev nayên.

Kapîtalîzm ji bo dest li komê yan jî civakê werde, divê wê ji hev belav bike. Komê çiqasî karibe belav bike ewqas jî komê dikare veguherîne şexs, ew jî serketina kapîtalîzmê nîşan dide. Ev yek jî êrişek li dijî cewhera civakîbûnê ye.”

Engîn destwerdana li xwezayê û guhertina genên organîzmayan bi bîr xist û destnîşan kir ku lîstina bi xwezaya sirûştê tê zanîn ku çi aniye serê mirovan.

‘KAPÎTALÎZM HETA NIHA BÛYE SEDEMA GELEK NEXWEŞIYAN, HÎN JÎ NEXWEŞIYAN ÇÊDIKE’

Engîn ragihand ku kapîtalîzm genekî di xwezayê de nîne diafirîne, bi vî rengî dike belayê serê mirovahiyê û got, “Bi kurtasî berdêla lîstina bi xwezayê her tim giran bûye û giran e. Kapîtalîzm bi xwe lîstina bi xwezayê û civakîbûnê ye, lewma heta niha gelek nexweşiyên metirsîdar afirandiye û hîn jî diafirîne.” Engîn destnîşan kir ku ji AÎDS’ê heta bi koronayê, çavkaniya nexweşiyan hemûyan hewldana kapîtalîzmê ye.

‘VÎRÛSA KORONA JÎ BI DESTÊ SÎSTEMA KAPÎTALÎST VEGUHERIYE BELAYÊ SERÊ MIROVAHIYÊ’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn diyar kir, ku dema şewba bi navê vîrûsa koronayê bi vî rengî bê nirxandin wê bê baş bê dîtin ku nexweşî û şewbeke ku ji aliyê sîstema kapîtalîst ve veguheriye belayê serê mirovahiyê.

Engîn got, “Dema ku em vê dibêjin, em nabêin ku kapîtalîzmê ji bo sûdwergirtina ji wê ev nexweşî bi zanebûn derxistiye. Divê bê zanîn, pêlîstina bi bingeha xwezayê, guhertina genetîka organîzmayan, endustralîzma ku dibe sedema qirêjiyê û bajarên mezin ên giran di dawiya dawî de dibin sedema şewb û felaketan.”

Engîn şewbên AÎDS, grîba çûkan, grîba berazan, Ebola û şewbên mîna wan ku bûne sedema mirina bi milyonan mirovî, hemû ji bajaran derketine holê û li nava mirovahiyê belav bûne.

‘PAKETÊ ÇARESERIYÊ YÊN KAPÎTALÎZMÊ LI PÊŞBERÎ KORONAYÊ ÎFLAS KIRINE’

Engîn got, “Lewma yek ji karên destpêkê ku divê bê kirin ew e, li hemberî bajarên ku nifûsa xwe bi milyonan kes in, bi sed hezaran gund bên avakirin û bi vî rengî mirovahiyê, cîhanê veguherînin qada jiyanê. Ji bo jinûve danîna hevsengiya gund û bajaran deverên alternatîfa bajaran bên avakirin. Bajar jî ji bo bibin cihê jiyanê divê bên biçûkkirin.

Paketên çareseriyê yên kapîtalîzmê hemû li pêşberî koronayê îflas kirine. Nîşaneya herî berbiçav a îflasê jî bajarên mezin in ku nifûsa xwe bi milyonan kes in. Li Tirkiyeyê nexweşiya ku li Stenbolê belav bûye 60 ji sedî ya giştî ye. Rewşa New Yorkê hîn girantir e. Rewşa London û Parîsê jî ne cuda ye. Bajarê Wûhanê ku tê gotin navenda şewbê ye nifûsa xwe 11 milyon e. Ev yek jî tê wateya nifûseke mezin, bajarekî mezin.”

‘JIYANA KOMÎ, KOMUNAL BÛYE YEKANE HÊVIYA JIYANÊ YA MIROVAHIYÊ’

Engîn got, “Di rewşekê de ku kapîtalîzmê îflas kiriye, jiyana komunal, yanî jiyana komunîstî veguheriye yekane hêviya jiyanê ya mirovahiyê. Weke şêweyê jiyanê ji nû ve ketiye rojeva mirovahiyê. Ya ku ji niha û pê ve divê bê kirin jiyana komunal, jiyana hevpar e.”