Yek ji girtiyên ku ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye Îdrîs Dûrûk e. Dûrûk ji bo xwedîderketina li berxwedanê bang ki

Girtiyê siyasî Îdrîs Dûrûk ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Rihayê dîlgirtî ye, ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Dûrûk bi rêya malbata xwe bang kir û got, “Her kes li her devera ku lê ye divê xwedî li vê berxwedanê derkeve. Em li vê derê li dijî tecrîd û faşîzmê di nava berxwedana sedsalê de ne. Em bi biryar in ku berxwedana xwe bi ser bixînin û Kurdistanê azad bikin, Rêberê xwe azad bikin.”

Dûrûk diyar kir, bi 79 girtiyan re ew li girtîgeha ku lê ne di nava greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de cih digirin û got, rêveberiya girtîgehê ji bo pêşî li vê çalakiya dîrokî bigire gelek rê û rêbaz bi kar anî.