Sefîrê DYE’yê yê Îranê Robert Malley li Forûma Dohayê ya li Qatarê axivî û got ji bo Zêrevanên Şoreşê, ”Li gorî yasayên DYE’yê wê li ser wan were jidandin û (nêzîkata me a li wan) wê tim weke xwe bimîne.”

Îranê roja şemiyê daxuyanî da û got derxistina ji nav lîsteya terorê ya Zêrevanên Şoreşê yek ji rojeva danûstandinên nukleer e.

Malley li Dohayê ku rêveberên qada siyasî û aborî hatin cem hev, diyar  kirin lihevkirina bi Îranê re ne ‘bivenevê’ ye û ne jî ‘pir nêzîk’ e.

Malley got li ser mijara danûstaninên nukleer ew ‘pir nêzîk in” û bi berdewamî got, lê jixwe ‘ev demek e ew nêzîk bûne’ ku li hev bikin.

Kamal Harazî, şêwirmendê Ayetûllah Elî Hameney diyar kir Zêrevanên Şoreşê ‘artêşa netewî’ ye û got, ”artêşa netewî di nav lîsteya rêxistinên terorê de cih nagire.”

Rayedarên ku tevlî danûstandinên nukleer bûne bi hefiyan in peyamê didin ku ew nêzîk bûne li hev bikin û dibe ku her gav li hev bikin.

Berdevkê Karûbarê Derve yê Emerîkayê Nec Prîce li ser mijara danûstandina nukleerê ya li Viyanayê gotibû, ”em ne dûrî peymaneke pêkan in”.  Prîce her wiha gotibû lihevnekirina bi Îranê re ‘kêm dem mabe’ jî dikarie were çareserkirin.

Nûnerê Polîtîkayên Payebilind a Karûbarê Derve ya Emerîkayê Josep Borrell şemiyê li Forûma Dohayê axivîbû û gotibû dibe ku di nav çend rojan de ew li hev bikin.