Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa KCDK-E’yê bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî da, got:

‘Li dijî dîktatorê Erdogan ê bi rêbazên dermirovî dixwaze li Kurdistanê komkujiyan bike û li dijî modernîteya kapîtalîst a ku dixwaze her dem şer derxîne, werin em 1’ê Gulanê bikin qada têkoşîna yekgirtî ya gelan.”

Di 1’ê Gulanê de em bang li hemû gelan dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, ji bo aşitî û demokrasiyê bi dirûşma: ‘Ji şerî re na’ bibin yek.

Bi boneya 1’ê Gulanê wê karkerên hilberîner, hemû bindest û jin û ciwan têkoşîna li dijî dagirkerî, zext û şeran bidomînin.

Di şert û mercên îroyîn de ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn berdewam dike, gelên cîhanê wê bi saya têkoşîna li dijî kedxwarî zayendperestî, zext, komkujî û şeran a ji bo pêşerojeke azad rizgar bibin.

Em bang li gelê Kurdistanê yên ji bo azadiyê têdikoşin, kedkarên cîhan û Rojhilata Navîn û hêzên demokrasiyê dikin ku di 1’ê Gulanê de li Ewropayê li dijî şeran ji bo aşitî û demokrasiyê dakevin qadan.

KCDK-E’yê her wiha got: Em 1’ê Gulanê de li qadan ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibin û dirûşmeyên xwe berz bikin.”