Çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran bi armanca şermezarkirina tecrîdê û bi daxwaza hevdîtinên parêzer û malbatê pêk tên. Lê belê divê êdî ev qonax were ji bîr kirin û ji bilî azadiya Ocalan ti tiştek neyê gotin. Beriya her tiştî ev daxwazek wijdanî û însanî ye.

Ocalan va bû 20 sal in, li zindana Îmraliyê dîl hatiye girtin. Ev sê sale jî hevdîtinên wî bi derve re têne asteng kirin. Zêdetirî 7 salan e nikare bi parêzerên xwere hevdîtinan pêk bîne. Di dîrokê de mînakek wiha nîne. Rast e, Mandela 26 salan di zindanê de ma. Lê Mandela 10 salên xwe yên dawî bi hevdîtinan derbas kir. Mînaka tecrîda li ser Ocalan nîne.

Di bingeha vê dîl girtina Ocalan û tecrîdkirinê de bêguman dijminahiya li hemberî Kurdan heye. Her wiha, bi taybet di van salên dawî de ji bo têkoşîna Kurdan têk bibin û wan bê rêber bihêlin ev tecrîd hatiye şidandin. Armanca dewleta dagirker baş tê zanîn û di vê mijarê de ti fikar nînin.

Lê ya girîng li hemberî vê polîtîkayê çi tê kirin û lazim e, çi were kirin e! Edî dema ku ‘Bila tecrîd rabe, hevdîtinên bi Ocalan re werin kirin’ derbas bûye. Ev ji bo destpêkê, ji bo agahî girtina ji Ocalan bêguman daxwazek asayî ye û bi niyetek baş tê gotin. Lê belê ev daxwaz demdirêj esareta li Îmraliyê qebul û rewa dike. Ji ber vê yekê, êdî raste rast divê azadiya Ocalan esas were girtin û hemû çalakî, kampanya û her tişt di vê çerçoveyê de werin kirin.

Bila kes xwe nexapîne, heta Ocalan azad nebe ti tiştek çareser nabe. Heta Ocalan azad nebe Kurdistan jî, gelê Kurd jî azad nabe. Heta Ocalan azad nebe dagirkeriya li ser ti beşê Kurdistanê jî naqede. Heta Ocalan azad nebe êriş, zext û zordestiya li hemberî Rojava bi dawî nabe. Heta Ocalan azad nebe, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tiştek çareser nabe. Heta Ocalan azad nebe Başûr û Rojhilat jî azad nabin. Çima? Ji ber ku azadbûna fizîkî ya Ocalan wê were wateya têkbirina siyaseta dagirker. Ji ber ku di bingeha hemû pirsgirêkan de dagirkerî heye û dema ku siyaseta dagirker li Kurdistanê têk çû wê demê Kurd û gelên din dikarin bi awayekî azad bi hevre bijîn.

Îro li seranserê Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê astengiya hezî mezin a li pêşiya gelê Kurd, dewleta Tirk e. Stratejî û siyaseta ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan dide meşandin astengiya herî mezin e. Ji xwe Ocalan jî di çerçoveya vê siyasetê de dîl tê girtin. Şikandina sîstema Îmraliyê û azadiya Ocalan tê wateya têkbirina stratejiya dij-Kurd a dewleta Tirk. Ev yek dibe sedema ne çareserkirina pirsgirêkan, dibe sedema şer û ne aramiyê. Û ev yek ne tenê Kurdan hemû gelan eleqedar dike. Ji ber vê yekê, daxwaza azadiya Ocalan ne tenê ji bo kesên sempatîzanên Ocalan an jî gelê Kurd e, ji bo hemû gelan e. Bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkan bi azadiya Ocalan re girêdayî ye.

Bêguman ji bo azadiya Ocalan gelek kar û xebat tên kirin. Niha li seranserê cîhanê kampanyayek nû tê destpêkirin. Ev kampanya wê roja 5’ê Îlonê were îlan kirin. Kî ku dixwaze ji bo gel, gelan, aştî, azadî û aramiyê tiştekî bike dikare tevlî vê kampanyayê bibe. Kî ku dibeje, ‘em dikarin li hemberî faşîzmê çi bikin’ fermo dikare tevlî vê kampanyayê bibe. Ji ber ku xebatên ji bo azadiya Ocalan ne tenê ji bo şexsê Ocalan pêk tên, ji bo azadiya hemû gelan û ji bo têkbirina faşîzmê ne.

Amed DİCLE