Doh li Parlamena Ewropa bi sernavê ‘Mehkûmên siyasî: Tecrîd, kiryarên xerab û êşkence’ konferans pêkhat.

Malovaniya konferansê Parlamenter Massîmîlîano Smerîglîo kir û Yekîtiya Parêzerên Ewropayê ya ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiyê, Parêzerên Demokrat ên Ewropî û Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî ya Demokrasiyê piştgirî dan konferansê .

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di serî de girtîgehên Tirkiyê, bûyerên xerab û êşkenceyê her roj hîn zêde û şênber dibin.

Tecrîd veguheriye rejîmeke înfazê, bi biryarên sirgûnê yên kêyfî malbat û xizmên girtiyan tên cezakirin.

Ev kiryar dibin sedema sosyo-polîtîk ên ciddî.

Tirkiye, yek ji wan welatane, hejmara girtiyên siyasî lê gelekî zêde ne.

Rejîma otorîter a AKP û hevalbendên wê, serweriya hiqûqê veguherandiye amûreke zexta siyasî.

Modelên nû yên girtîgehan tên çêkirin. Lêgerîna bi rengê tazîkirinê û serjimartin li girtîgehan çêdibin, êşkence û kiryarên xerab dikin parçeyek ji jiyana rojane.

Tecrîda li Girava Îmraliyê mînakek taybet e.

Sê salên dawî bi ti awayî agahî ji Birêz Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din nayê girtin.

Tecrîda giran li nava civaka Kurd, hêzên demokrasî û hiqûqê bûye cihê fikaran.

Tecrîd û şerê ku li dijî gelê Kurd tê meşandin nîşaneya aliyên cuda yên heman nêzîkatiya siyasî ye.

Bi taybetî yek ji dînamîkên herî girîng ên têkoşîna demokrasî û aştiyê ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê ye.

Pêkhateyên konferansê, biryar dan ku têkoşîneke siyasî û hiqûqî ya kollektîf bê meşandin.

Bang li Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropa û CPT’î hate kirin ku bi erka xwe rabin.

Ji bo dawî anîna Girtîgeha Girava Îmraliyê ku navnîşana sereke ya êşkenceya tecrîdê û rejîma înfaza kêyfî ye bikevin nava tevgerê.

Ji bo têkoşîna hiqûqî ya hevkar a li dijî tecrîd û êşkenceyê bi rêk û pêk û bi bandor bê meşandin, destpêkê tevneke vekirî ya ji beşdarên konferansê bê avakirin.

Bi armanca piştgiriya ji bo daxwaznameya 1.330 parêzeran ku Çileya 2024’an îmze kirin, pêşkêşî Wezareta Edaletê ya Tirkiyê kirin, û xwestin dawî li tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê were, ji aliyê parêzerên Ewropî ve bi heman armancê kampanya îmzeyan bê destpêkirin.

Parêzer û hemû nûnerên saziyên civakî yên tevlî konferansê bûn, biryar dan ku bala baroyên xwe û rêxistinên hiqûq û mafên mirovan yên navneteweyî bikişînin ser pirsgirêkên li girtîgehan.