Pisporê ewlekariyê Ehmed Şerîf derbarê êrişên dewleta Tirk li dijî xaka Iraqê axivî û vê nirxandinê kir.

Tirkiye ji bo êrişên xwe berfireh bike, gelek hêncetên ne rast çêdike. Di rastiyê de Tirkiye dixwaze herêmên Kurdan kontrol bike. Pêwendiyên Kurdên başûr bi rojava re qût bike. Sedemên ji bo êrişan nîşan didin ne rastin.

Li ser hêncetên dewleta Tirk jî Ehmed Şerîf wiha got:

Dewleta Tirk ji bo êrişan PKK’ê bike hêncet, ev ne rastin, êriş ji cihên PKK’ê gelek dûrin. Dewleta Tirk ji bo bikeve navxaka Iraqê PKK’ê wekî hêncet nîşan dide. Du armancên Tirkiyê hene, yek pêwendiyên her dû beşan qût bike, ya duyem, desthilata xwe li herêmê berfireh bike.

Pisporê ewlekariyê Ehmed Şerîf da zanîn lazime Iraq bersivê bide êrîşên dewleta Tirk û wiha domand.

Bi taybet divê Iraqê rê li êrişên dewleta Tirk ên bi balafiran bigire. Iraq her wiha dikare di warê dîplomasî û aborî de pêşî li Tirkiyê bigire. Iraq lazime hawirdekirina kel û pelên Tirkiyê bide rawestandin. Li dijî balafirên Tirkiyê lazime bikeve nava liv û tevgerê, bi rêya sîstema parastinê rê li balafirên Tirkiyê bigire. Ji ber ku Tirkiye gefe, Iraq jî xwedî mafê parastinê ye.