Mirina Şakir Turan ne qeder e, qetilkirmin e

Komîsyona Hiquq ya Partiya Çep a Kesk, diyar kir ku mirina Şakîr Turan 70 salî bû, li girtîgeha Erzinganê Tîpe L, kuştin e û bang li wezareta Edaletê kir ku bi berpirsiyariya xwe rabe û girtîgehan ji malên mirinê derxîne.

Komisyonê got; Girtî Şakîr Turan, dinava 4 mehan de 23 kilo winda kirine. Ev ne normal e, Jiyana girtiyan dibin berpirsiyariya dewletê de ye. Divê Wezareta Edaletê astengiyên burokratîk ji holê rake û demildest hemû girtiyên nexweş jî werin berdan.

Di dema sirgunkirinê de kiryarên li dijî rûmeta mirovî çênebin, divê saziya ATKe ku li pêşiya berdana girtiyên nexweş asteng e û dibe sdema mirina girtiyan ji holê werê rakirin.

Komisyona Hiqûq ya Partiya Çep a Kesk got; Mercên girtîgehan dibe sedema nexweşiyên girtîyen. Koguşên girtiyan rojê nabînin, baş hewayê nastînin, xawrina baş nadin wan. Girtiyan nabin reviran, dermanê wan jî nadin wan û rastî kiryarên gelekî xerab tên. Ev kiryar têne wateya ku girtî bi mirinê re rû bi rû têne hiştin. Saziya ATKê jî bûye amurê kuştina girtiyan.

Komisyonê bang li Wezareta Edaletê kir ku girtîgehan li gorî jiyana bi rûmet ya mirovan dizay bike û girtigahn ji malên mirinê derxîne û tevahiya girtîyên nexweş demildest werin berdan.