Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî Tifaqa Neteweyî ya Kurd a li Bakurê Kurdistanê got, “Armanca me ew e ku li çar parçeyên Kurdistanê kongreya neteweyî bicivîne.”

Di demekê de ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan dewam dike, li nava Kurdan nîqaşên ji bo yekîtiya neteweyî zêde bûn. Partiyên Kurd ên li Rojava beriya niha ragihandibûn ku di bin hin sernavan de ji bo tifaqa neteweyî dest bi kar kirine.

Li Bakurê Kurdistanê jî partiyên Kurd ên ku 2 sal in di nava tifaqa taktîkî de bûn, 24’ê Cotmehê ragihandin ku tifaqa xwe derbasî asta stratejîk kirine û mayinde kirine.

Yek ji pêkhateyên vê tifaqê jî Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ye. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

Aydenîz diyar kir, ew di demeke welê de ne ku tifaqa neteweyî ya Kurdan nebe nabe û bi bîr xist ku Kurdan bi kedeke mezin destketî afirandine.

Aydenîz anî ziman, di demeke wiha de Tirkiye êrişî destketiyên Kurdan dike, serkêşiyê ji van êrişan re dike.

JI TIFAQA TAKTÎKÎ BER BI TIFAQA STRATEJÎK VE

Aydenîz bi dewamî got, “Gelê Kurd di pêvajoya dîrokî ya sed salên derbasbûyî de hin firsend ji dest dan. Niha jî em di demeke bi heman rengî de ne. Ji bo em bi sed salên din li paş nemînin, ji bo destketiyên heyî winda nekin, divê van destketiyan biparêzin. Di demeke wiha de hem gelê me hem jî hin hêz û derdorên Kurdistanî ji bo tifaqa neteweyî bang li me dikirin. Ji xwe partiyên Kurd jî ji bo hilbijartinê tifaq kiribûn. Me fêhm kir ku nerast e partiyên siyasî yên Kurd tenê weke taktîkî li hev kom bibin, girîng e ev tifaq bigihêje asta stratejîk. Lewma di komxebata Çileya 2020’î de me biryar dan ku li formuleke mayinde bigerin. Lê belê bi şewbê re me nekarî plansaziya xwe ya kar bi cih bînin.”

‘MAYINDEKIRINA TIFAQÊ’

Aydenîz ragihand ku bi bandora statuya li Rojava û karên tifaqa neteweyî ya ENKS û PYNK’ê wan jî xwestine ku asta tifaqa heyî ya li Bakurê Kurdistanê xurtir bikin û got, “Me civînên xwe yên ji ber şewbê nîvco man ji nû ve li dar xistin. Koma ku me bi navê Koma Kar a Tifaqa Kurdistanî destnîşan kir ji nû ve dest bi kar kir. Her wiha komîsyoneke me ya din hebû ku weke sekreteryayê hatibû diyarkirin. Wan jî karê xwe zêde kir. Me jî li gorî berpirsyariya xwe ya dîrokî biryar dan ku tifaqa xwe ya li Bakurê Kurdistanê mayinde bikin.”

‘DI NAVA GELÊ KURD DE CIHÊKARÎ NÎNE’

Aydenîz destnîşan kir ku di nava gelê de Kurd de nakokî yan jî cihêkarî nîne û got, “Gelê me dixwaze berdêlên ku daye, keda wan şênber bibe. Pirsgirêk ew e ku partiyên siyasî ji motîvasyonên îdeolojîk ên cuda tên û berjewendiyên partiyî derdixînin pêş. Lê belê divê em êdî berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ji ber ku divê em zanibin, eger em Kurd û nûnerên wan ne bi hev re bin, em ê paşeroja xwe ji dest bidin. Girîng e ev yek jî bê gotin; em êdî ne di wê pozîsyonê de ne ku mîna berê hev sûcdar bikin. Yekane armanca me ew e ku tifaqa neteweyî ya Kurd mayinde bikin û berpirsyariyên vê yekê bi cih bînin. Em hemû pêkhate li pêşberî hev xwedî berpirsyariyan e.”

‘ARMANCA BINGEHÎN TIFAQA LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ YE’

Aydenîz bal kişand ser girîngiya komkirina kongreya yekîtiya neteweyî û got, “Weke ku tê zanîn, şêweyê ku Birêz Ocalan û Birêz Barzanî û Talabanî di sala 2013’an de li ser li hev kirin, şêweyê kongreyê bû. Ji bo komkirina kongreyê em karê xwe dewam dikin. Bêguman yek ji komîsyonên me yên tifaqê tecrûbeyên cîhanê û yên kongreyan lêkolîn dike û dema bê em ê formulan nîqaş bikin û formuleke hevpar destnîşan bikin.”

Aydenîz destnîşan kir ku armanca wan a bingehîn civandina kongreyeke hevpar a li çar parçeyên Kurdistanê ye.