Polîsan avêtin ser rêxistina HDP’ê ya Bazîdê. Hevserokên HDP’ê yên navçeyê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk destgîrkirin.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîsan vê sibehê hemwext bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bazîdê û malên hevserokan de girtin. Polîsan li mala Hevserokên Rêxistina Navçeyê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk ve girtin û lêgerîn pêk anîn û piştre destgîrkirin. Polîsan rêya avahiya HDP’ê ku li serê ye ji çûnûhatê re girt û lêgerîna li avahiyê didome.

Hat zanîn ku hevserokan bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” destgîrkirine û ew birine Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.