Gerîla Henna Koselanî ku li gelek herêma şer kiriye, niha li dijî artêşa Tirk a dagirker li Cenga Heftanînê ye. Henna ku ji bo xwe û jinên din têdikoşe got, “Em ê her derê li dijmin bikin Cenga Heftanînê.”

Gerîla Henna ku wateya navê wê aram û hestewar e, ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Dilê wê bi eşka Kurdistanê bi taybetî jî bi eşka gelê Bakur tijî ye. Dibêje, “Sedema herî mezin a hezkirina min a ji çiyê ew e ku min digihîne hemû parçeyên welatê min.” Bi baweriya ku çiya dawî li sînoran tîne, bi eşqê li çiyê dimeşiya. Gerîla Henna gerîlayeke ku zêde neaxive, lê belê dema diaxive jî dike ku mirov hûr û kûr li ser bifikirin.

JINÊN ROJHILATÎ LI BENDA ÇI NE

Me hemûyan tiştek digot. Ew bi bêdengî rûniştibû, destekî wê li ser kleşa wê, di destê din de jî dûrbîn hebû û li derdorê dinêhirî. Piştre pê hesiyam ku gerîla Henna li aliyê herî bedew ê welatê xwe, li Rojhilat dinihêrî. Dawî li bêdengiya xwe anî û got, “Jinên Rojhilat hînê li benda çi ne, çima nayên van çiya, bila biherikin.” Ji bo gelê Rojhilat wiha digot: “Rojhilat gelekî hez ji PKK’ê dike, bi taybetî jî dilsoziya wan a bi Rêbertî re ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Dayika min hîn qala sala 1999’an dema dîlgirtina Rêbertî dikir. Û digiriya. Digot, bê çawa bêxwedî man.”

Sedema bingehîn a hatina çiyê ya gerîla Henna ew bû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bike û di şexsê dayika xwe de dayikan hemûyan kêfxweş bike. Ji ber ku wê zanîbû bi azadiya Ocalan re wê gelek tişt bên, hîs dikir. Ji ber vê yekê ew bûbû aşiqê milîtan û partiya ku ji dayika xwe bihîstibû. Lewma berê xwe dabû çiyê. Herî zêde jin, yanî ji bo azadiya xwe hatibûn van çiyayan. Her tim qalê dikir bê jinên Rojhilatî çiqasî serbilind in, asî ne û gelekî li çiyê tên. Di atmosferên wiha de qîmetê her tiştî zêde dibe. Yê kedê, hezkirinê, hevrêtiyê, şer, armaî, azadî yê gelek tiştên din…

Henna Koselanî li gelek herêmên gerîla ma û şer kir. Niha jî li Cenga Heftanînê li dijî artêşa Tirk a dagirker şer dike. Henna sala 2014’an ji mala xwe ya li pişt Çiyayên Koselanê derket û hat… Niha li Cenga Heftanînê ji bo xwe û jinên din şer dike. Bi biryardarî dibêje, “Em ê her derê li dijmin bikin Cenga Heftanînê.”