Li navçeya Dargaçî ya bajarê Saratovê yê Federasyona Rûsyayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir.

Kurdên li navçeya Dargaçî ya bajarê Saratov ê Rûsyayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiyê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Dargaçiyê dest pê kir. Îsmaîl Yûsûbov bi navê çalakgeran axivî û diyar kir ku ew vê nêzîkatiya dewleta Tirk a li dijî îradeya Kurdan ti carî qebûl nakin.

Yûsûbov bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên navneteweyî kir ku guh bidin daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê.