Gerîlaya YJA Starê Cûdî Çekdar, hevrêyên xwe yên di Cenga Heftanînê de şehîd bû bi bîr anî û got, “Em ê li ser şopa şehîdên Cenga Heftanînê bin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin û tola hevrêyên xwe hilînin.”

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Gerîlaya YJA Starê Cûdî Çekdar qala hevrêyên xwe kir ên li Heftanînê şehîd bûn. Cûdî Çekdar diyar kir ku wê di şerê Heftanînê de bi hezaran leheng nas kir ku destan nivîsandin û bîranînên xwe yên bi hevrêyên xwe yên şehîd bûn, parve kir: “Mîna ku Şehîd Tolhildan got, xaka Heftanînê ji ber ku di oxira wê de berdêlên gelekî giran hatine dayin ewqasî bedew û hêja ye. Bîranînên me li ser wan giran veşartî ne. Hevalên şehîd di dilê me de ne û em li ku dibin bila bibin, em bi ku ve biçin, em li ku kedê bidin wê her tim bi me re bin.

Hevala Zelal fermandara me ya eniyê bû. Hevala Zelal weke navê xwe bû, di ruh, dil û mejiyê xwe de zelal bû. Hevala Zelal fermandeya eniyê bû û fermandeyek bû ku şêwazê wê yê fermandariyê hêjayê vegotinê ye. Hevala Zelal hem di hevaltiya xwe de hem jî di fermandartiya xwe de pir xurt û bi nirx bû. Hevaltiya hevala Zelal bi bandor bû û bi hevaltiya xwe ve bû hevala hevaltî û fedayîtiyê. Hevala Zelal dibeziya alîkariya hemû hevalên xwe, guhdar dikir û pirsgirêk çareser dikir. Û di jiyan û şer de her tim rêya rast nîşanî mirov dida. Pêşeng bû. Berxwedaniya mezin a li Şeşdara bi pêşengiya hevala Zelal mezin bû. Me ji hevala Zelal wêrekî, moral, motîvasyon û hêz digirt, fermande û hevalek pêşeng bû. Hevala Zelal fermandeyek bû ku di şer de rol û mîsyon dida şervanên xwe. Dema me li hevala Zelal temaşe dikir, me digot ‘mirin ji kû tê bila bê’ û ew ne mirin berku qehremantiye. Hevala Zelal wisa cesaret dide ku mirov dizane bê ka wê li kû û çi bike. Hevala Zelal di şer û jiyanê de digot: ‘Ji mirinê ne tirsin, dema ku bê hûnê wenda bibin’. Ji bo hevala Zelal mirin tinebû. Ji bo hevala Zelal mirin, ji nûve jiyankirin û ji dayikbûn bû. Hevala Zelal pir girêdayî hevala Çîçek bû û bi wê girêdanê re digot: ‘Wê di vî şerî de Çîçekekî nû li dayik bibe’.  Û bi wê baweriyê dimeşiya. Şehadeta hevala Zelal ji bo Heftanînê giran bû. Divê ti carî neyê ji bîrkirin û piştî ku hevala Zelal şehîd ket em nikarin bêjin ku nikarin tiştekî bikin, dibe ku hevala Zelal şehîd bû lê wê di Heftanînê bi dehan Zelal ji dayik bibin û wê xwîna wê li erdê nemîne.

Dixwazim behsa heval Mazlûm Cûdî bikim. Di nav gerîlayan de mirovek dema hê dijî dikare navê xwe di dîrokê de binivîse. Heval Mazlûm yek ji wana ye. Ger ku hevalek di nava zehmetiyê de ba hevalê Mazlûm dibeziya alîkariya wê/î. Ger xeletiyek a hevalekê heba hevalê Mazlûm sererast dikir. Heval Mazlûm bi hevaltî û girêdanbûna xwe ve dihat naskirin. Di her çalakiyê de cihê xwe digirt û dibeziya alîkariya her hevalekî/ê. Ji hevalan re pêşengî dikir. Egîdê Heftanînê bû. Kîjan heval di nava zorî û zehmetiyê de ba li benda hevalê Mazlûm dima. Ew jî dibeziya hewara hevalên xwe û jiyana ew rizgar dikir. Heval Mazlûm bi wê sekna xwe dihat nasîn û dema şehîd bû jî wê wiha digot: ‘Ez ê ne bi teknîk û ne jî bi fîşeka dijmin şehîd bibim’ û tu jî jê bandor nebî. Dema şehîd nebûbû her kes ewqas bi wî ve girêdayî bû ku hê sax bû, her kesî dizanî û didît ku qehreman û fedayî ye. 

Heval Mazlûm ji bo ku nekeve destê dijmin xwe bi fîşeka xwe şehîd dixîne, mirovên ku di jiyana xwe de fedayî ne dema şehadetê jî heman seknê nîşan didin.

Bi rastî jî heval Ferman Amed, hevalê hevalan bû. Bi jêhatîbûna xwe û çalakiyên xwe yên hawanê ve dihat nasîn. Heval Ferman hevalek bû ku çeka hawanê bikar dianî û pir girêdayî karê xwe bû. Hevalekî pir xebatkar bû. Biçûba kîjan çalakiyê dilê me rihet bû, ji berku me dizanî wê serbixîne. Û biça kîjan çalakiyê bi serketin vedigeriya. Heval Ferman Amed hevalekî pir paqij, saf û cewherî bû. Her tim stran digot û dengê wî jî pir xweş bû. Dema stran digot temaşeyê nav çavên hevalên xwe dikir û dixwest wan hevalan bigire nava dilê xwe. Di heval Ferman de jî hîsekî wiha xurt hebû û hevalekî pir bi nirx bû.

Ji bo hevalên jin ên li Şeşdara berxwedanî nîşan dan jî hevala Esmer pêşenga berxwedanê bû. Hevala Esmer di rojên destpêka operasyonê de fermandeya yekîneya me bû. Dema te hevala Esmer didît tu diketî nava xwe û te digot ez ê herim û ‘dijmin biqedînim’. Di bin ewqas teknîkê de li hemberî kobrayan şer dikirin. Em ji wê hêza wan matmayî û heyran diman. Bê guman hêza ku hevalên jin nîşan dan ayîdê Rêbertiye û mirov nikare yek peyvê jî ji bo wê hêzê bêje. Û hevala Esmer bi wê hêzê ve me hemû bihêz dikir.

Heval Ararat hebû ku ji Serhedê bû. Evîndara Serhedê bû, dilê wî bi qasî çiyayê Araratê bilind bû. Hevalek bû ku di dil de pir paqij bû. Beriya ku şehîd bibe birîndar bûbû, tevî birîndariya xwe ve dîsa dikeniya. Mirov fêm dikir ku di wî de ruhê PKK’ê heye, her wiha dikeniya û digot: ‘Teknîka dijmin wê têra kuştina min neke’.

Hevala Bêrîvan Koçer jî demeke dirêj em bi hevre man. Dema dijmin tê hevala Bêrîvan destûr nade ku bikeve axa me. Hevala Bêrîvan bi çeka xwe her tim li dijmin dixist, bêyî ku gav bi paşve biavêje şer kir û bi qehremantiya xwe ve destan nivîsand.

Hevala Zerya tevî ku nû bû bi du çekan şer dikir, gerîlayeke du mehan bû. Ruhê berxwedaniya ku hevala Zerya li Şehîd Dersîm nîşan da hêjayê vegotinê ye.

Hevala Nûcan dilê ku qet ranaweste ya Şeşdara ye. Hevala Nûcan hevaleke ku bi keda xwe tê nasîn.

Mirov her çiqasî bixwaze şehîdên Heftanînê vebêje jî lê bi gotinan nayê îfadekirin. Divê mirov bi wan re bijî. Heftanîn, ne bi gotin û ne jî nivîsê nayê vegotin. Divê Heftanîn ji dil ve bê hîskirin û şehîdên Heftanîn tim bi me re ne. Dibe ku me pir însanên xweşik qurbanê wê axê kir, lê hemû jî fedayiyên wê axê ne. Di dema ken, girîn û her kêliyên jiyan û şer de hevalên me yên şehîd bi me re ne û em ê ti carî wan hevalên xwe ji bîr nekin.

Pêngava Cenga Heftanînê wê ji bo wan be û heya dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin û tola hevalên xwe yên Şehîd bistînin. Wê ti carî kîn û hêrsa me ya li hemberî dijmin sar nebe, em ê hê mezintir bikin. Her fîşeka tê teqandin wê kîn û hêrsa me hê mezintir bike û em ê pratîka wê jî bi jiyandin û standina tola hemû hevalên me yên şehîd nîşan bidin. Wê navê hemû hevalên me yên şehîd li ser xaka Heftanînê bê nivîsandin û ti carî neyên ji bîrkirin.”