Gerîlayên YJA Star û HPG’ê, di salvegera 28’an a şehadeta wê de gerîlaya PKK’ê Bêrîtan bi bîr anîn û destnîşan kirin ku Bêrîtan peyam û çalakiya serketinê bû.

Bêrîtan bi nasnav Gulnaz Karataş di dîroka Tevgera Azadiyê de û bi taybet jî di dîroka têkoşîna jinên Kurd de xwedî cihekî gelekî girîng û watedare. Şehîd Bêrîtan li hemberî xeta xiyanetê bû sembola têkoşînê û di 25’ê Cotmeha 1992’an de di şerekî mezin de teslîmiyetê qebûl nake û xwe ji zinarên çiyayên Xakurkê diavêje û berbi rêwîtiya xweyî bêdawîbûnê ve diçe. Şehadeta Şehîd Bêrîtan li Kurdistanê bû bingehek xurt ji bo artêşbûna jinê û îro li Kurdistanê bi hezaran jin li ser heqîqetê dimeşin, ji bo jiyanek azad şer dikin. Di salvegera 28’an a şehadeta Şehîd Bêrîtan gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê li ser bîranîna wê ji ajansa me re axivîn.

Gerılayan di destpêkê di şexsê lehenga mezin Şehîd Bêrîtan de tevahî şêhîdên şoreşê bibîranîn û bal kişandin li ser vîna Şehîd Bêrîtan ku heta roja îro bi wê dimeşin. Gerîlayan axaftinên xwe wiha domandin;

Gerîla Hêvîdar Xerzan: Em di salvegera 28. ya şehadeta Şehîd Bêrîtan de di şexsê Şehîd Bêrîtan de hemû şehîden xwe yên qehreman ku bi fedaiyane şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Heval Bêrîtan bi jiyana xwe û şehadeta xwe xetek da ber me. Ev xet, li hemberî îxanetê, li hemberî paşverûtiyê sekneke çawa were raberkirin û jiyaneke çawa were jiyîn nîşaneya wê bû.

BÊRÎTAN BÛ XETA SERKETINÊ

Di dîrokê de heta niha tiştên ku dijmin di nava civaka Kurd de pêşxistiye û rêya îxanetê wekî siyekê li kêleka me me ye, heval Bêrîtan bi şehadeta xwe nişan da ku di bingeh de em çawa dikarin li hemberî vê rewşê li berxwe bidin, têbikoşin û şer bikin. Ji ber vê jî ev 28 salin civaka Kurd, jinên Kurd û bi taybetî jî em wekî gerîlayên YJA-STAR em li ser vê xetê dimeşin. Xeta ku heval Bêrîtan bi şehadeta xwe da nîşan da ew bû; em dagirkeriya ku tê meşandin di mejiyê xwe de çawa parçe bikin û van parçeyan jî çawa di mejiyê dijmin de belav bikin. Ji ber wê xeta heval Bêrîtan di artêşbûna jinê de pêşketinên pir mezin çêkir. 

Îro li ser şopa heval Bêrîtan tenê jin nameşe tevahî civaka gelê Kurd yên azadîxwaz li ser vê şopê dimeşin. Li Heftanînê herî dawî hevalê me Şehîd Rustem Cûdî teslîmiyetê qebûl nekir û xwe di zinaran de avêt, ev nîşaneya vê xeta fadaiyane ye. Em jî wekî mîlîtanên jin ên Apoyî em dixwazin heta dawî li ser vê xetê bimeşin, têkoşîna xwe berdewam bikin û şer bikin. Wekî heval Bêrîtan jî gotiye; ‘yê ku jiyana min ava dike şerê mine, şer bi xwe jî avakirine’.

LI HEMBERÎ XIYANETÊ TÊKOŞÎN QÎRIYA

Gerîla Newal Egîd: Em wekî gerîla salvegera 28’an de Şehîd Bêrîtan û şehîdên doza Kurdistanê bî minnetdarî bi bîr tînin. Hevrê Bêrîtan tevî ku şervana salekê jî bû lê bi kesayeta xwe, bi jiyana xwe, bi sekna xwe û bi girêdanbûyîna xwe ya bi serokatî nîşan dida ku mîlîtaneke xurt a serokatî ye. Ev helwesta wê di jiyana wê de jî xwe diyar dikir. Ji ber ku heval Bêrîtan tu carî kemasî û şaşîtî qebûl nedikir. Wê sekna xwe di heman demê de di şerê xwe de jî nîşan da.

Hevala Bêrîtan teslîmiyetê û îxanetê tu carî qebûl nekir, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir, dawî ji bo çeka wê jî nekeve destê dijmin çeka xwe parçe kir û weke milîtaneke fedayî xwe ji zinaran avêt. Li ser şehadeta hevala Bêrîtan serok Apo artêşbûyîna jinê ava kir û ev artêş li ser vê bîngehê heta roja meyî îro bi rihekî fedaî berdewam dike. Em wekî mîlîtanên jin heta niha me xwe li ser wê esasê bi pêş xistiye, helwesta me ya sereke jî ew e. Di vê rêyê de heta niha bi hezaran hevalên jin ên fedaî gihiştine şehadetê. Ev jî nîşan dide ku ev sekna berxwedanê ya fedaî gihiştiye çi astê. Dîsa wekî şopdarê heval Bêrîtan Ş. Rustem jî îxanetê û teslîmyetê qebûl nekir û wekî hevala Bêrîtan xwe ji zinaran avêt. Em jî wekî milîtanên sereok Apo bi ruhê heval Bêrîtan em dixwazin tevlîbûna xwe xûrttir bikin, kesayeta heval Bêrîtan di xwe de ava bikin ku em jî wekî heval Bêrîtan bigihêjin armanceke xurt. Em dîsa di şexsê heval Bêrîtan de tevahî şehîdên xwe bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan dîtewînin. Em dibêjin emê bi vî ruhî serokatiya xwe azad bikin.

EW BÛYE PÊŞENGA TEVAHIYA ŞOPDARÊN AZADIYÊ

Gerîla Şahan Demsal: Şehadeta Şehîd Bêrîtan di serî de ji bo jinên Kurd, ji bo tevahî jinên cîhanê û ji bo gelê Kurd tevahî gelek dîrokî û girînge. Şehadeta hevala Bêrîtan di têkoşîna jinên Kurd de serdemek nû vekir. Piştî şehadeta Şehîd Bêrîtan artêşa serbixwe ya jinê hate avakirin. Mînaka jina têkoşer û berxweder di kesayeta hevala Bêrîtan de derket pêş. Hevala Bêrîtan bi rihê xwe yê fedaî û berxweder îro jî pêşengtiya şoreşa Kurdistanê dike. 

Em wekî mîlîtanên PKK’ê dibêjin ku li ser şopa şopa Şehîd Bêrîtan û hevrêyên me yên qehraman meşandin erk û berpirsyariya me ya sereke ye. Îro jî heman hişmendî berdewame. Çawa ku di sala 1992’an xwestin ku bi îxaneta Kurdên xayin tevgera azadiyê PKK’ê tasfiye bikin, bi heman hişmendiyê; li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê dixwazin bi destê Kurdên îxanetkar tevgera me ya azadiyê PKK’ê tasfiye bikin. Li hemberî van helwesta bi rihê Şehîd Bêrîtan têkoşînek mezin ya bêhempa heye. Bêguman her şehadetek gelekî girîng û bi wateyê lê şehadeta Şehîd Bêrîtan şehadetek ne ji rêzê bû. Şehadeta Şehîd Bêrîtan di heman demê de çalakiyek mezin û serketî bû. Ji bo gelê Kurd jî di bingeh de peyamek dîrokî bû. Bi wê çalakiyê cewhera jina Kurd derket holê. Dema em li wê peyamê binerin em ê bibînin ku jina Kurd a li ser rêya azadiyê dimeşe tu carî xwe radestî dijminê xwe nake. Em jî wekî gerîlayên HPG’ê li ser mîrateya pêşengên me ji me re hiştine dimeşin û têkoşîneke bênavber didin. Xeyalêb şehîden xwe yên qehreman pêkanîn û ji bo wê têkoşîn armanca me ya sereke ye. Em ê xeyalê şehîdan bi şoreşa Kurdistanê tacîdar bikin. Em dîsa tevahî şehîden xwe bi rêzdarî bibîr tînin.