Şahidên komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Til Rifetê pêk anî û 8 zarok şehîd kir, axivîn. Şahid qala hurguliyên komkujiyê dikin. Dayîk û bavên şehîdan ku bûne şahidên komkujiyê wiha gotin: “Piştî 58 rojan em ji xaka xwe Efrînê derketin, tenê ji bo zarokên xwe biparêzin. Lê Erdogan rê neda em bi aramî bijîn û zarokên me qetil kirin.”

Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê komkujî pêk anî. Di encamê de 10 zarok şehîd bûn û 12 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Şahidê komkujiyê yê bi navê Ehmed Kêfo ku bi xwe bavê şehîdekî û 2 zarokên birîndar e. Kêfo ji ajansa me re qala hurgiliyên roja komkujiyê kir û wiha got: “Di demeke ku zarok ji dibistanên xwe derdiketin, hinek zarok li kolanê dilîstin, ji nişka ve dengê topan hat. Di dawiyê de dengê dayikan, dengê teqînê û dengê zarokan bi hev re bilind bûn. Ez yekser ji malê derketim û wekî dîna ber bi kolana ku zarok lê dilîstin ve çûm. Dema ez gihaştim devera ku top lê ketine. Ez  çi bibînim! Toz û dûman bi asmana ketiye. Li milekî parçeyên laşên zarokan li kolanê bûn û li milekî din zarokên birîndar dikirin hawar. Gazî dayik û bavên xwe dikirin. Min bi şewat bang li zarokên xwe kir. Ji ber 3 zarokên min li wî cihî bûn. Lê dema bi sedan şênî civiyan û dest bi rakirina zarokan kirin, min dît ku zarokên min jî di nava kesên ew radikin nexweşxaneyê de ne. Ez matmayî mabûn. Min got qey ez felç bûne.”

Kêfo diyar kir ku ew bi şêniyan re çû nexweşxaniyê û li wir zanî ku kurê wî Îmad Ehmed Kêfo şehîd bûye, Mihemed û Dijwar jî birîndar bûne.

Kêfo wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li Efrînê me 58 rojan di bin tank, topban û balafiran li ber xwe da. Tenê ji em parastina zarokên xwe bikin, em ji warên xwe derketin. Lê artêşa Tirk heta li koçberiyê jî nehişt em bi armamî bijîn û zarokên me qetil kirin.”

Zarokê bi navê Idrîs Mihemed ku hevalê zarokên şehîd bûne ye û şahidekî komkujiyê ye wiha axivî: “Piştî em ji dibistanê derketin me li kolanê dilîst. Di wê kêliyê de ez çûm malê avê vexwim û vegerim lîska xwe temam bikin. Lê dema ez vegerim, min dît hevalên min li erdê bûne term.  êdî min komkujî bi çavên xwe dît.Erdogan hevalên min ên ku rojane min bi wan re dilîst, qetil kirin.

Her wiha zaroka bi navê Sebah Mihemed ku xuşka şehîd Arif Cafer e wiha komkujî wesf kir: “Dewleta Tirk em bi topbaran kirin û dema me dilîst yek ji wan li cihê lîska me ket. Êdî ji ber toz û matmabûnê min nema tiştek ji hev derxist. Dema min çavên xwe vekir ku çi bibînim! Zarok li derdora min ketin e. Yên birîndar gazî dayikên xwe dikin. Ez nizanim ez  ê çawa bûyerê wesf bikim.”

Welatiyê bi navê Cafer Mihemed ku bavê şehîdekî û zarokekî wî birîndar e wiha qala komkujiyê kir: “Zarokan ji xwe re dilîstin û piraniya wan şehîd bûn. Em ji xaka xwe derketin, xaka Efrînê ku wekî biheştê bû. Tenê ji bo em parastina zarokên xwe bikin em derketin. Lê heta li koçberiyê jî Erdogan nahêle em bi aşîtî bijîn, gelo Erdogan çi ji me dixwaze?”

Di heman çarçoveyê de rêveberê Heyva Sor a Kurd Ekrem Erebo axivî û got: “Komkujiya artêşa Tirk li ser zarokên Efrînê pêk anî, komkujiyeke bi saw bû û min nikarîbû ew xilas bikirana.Pirsa min di vir de artêşa Tirk, rêxistinên mirovî û dewletên cîhanê yên ku îdîaya demokrasiyê dikin, gelo ew zarok leşker bûn? Gelo ew terorîst bûn? Çima bi hovîtî ew qetil kirin û çima raya giştî bê deng e? Çima heta niha hesab ji sûdar û kujerên zarokên me nexwestine?”