Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiye girtiyên azadiyê bi çalakiya gireva birçîbûnê tevlî pêngava Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çaraseriya siyasî bûn.

Çalakiya girtiyan 27’ê mijdarê par destpêkir û wê heta 15’ê sibatê salvegera komploya navnetewî dewam bike.

Girtiyên ku ev 45 rojin di greva birçîbûnê de ne, bi rêya malbatên xwe peyaman rêdikin, daxwaz û bangên xwe dikin.

Yek ji çalakgeran Mehmet Kirik e ku niha girtîgeha ewlekariya wê bilind a Antalya tîpa S de dimîne.

Mehmet kirik di tebaxa 2019’an hate girtin, cezayê mûebetê lê hat birîn, nêzî 5 salan di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê ma, nîsana 2023’an sewqî Girtîgeha Tîpa S ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê hat kirin. Niha di hucreya yek kesî de dimîne.

Mehmet Kirik bi rêya malbata xwe behsa armanca çalakiya xwe kir û wiha got:

Heya Rêberê me azad nebe em dest ji vê birçîbûnê bernadin. Heke ew azad bibe em jî dê azad bibin, gelê me û gelê tirk jî dê azad bibe. Her wiha em dixwazin bila ev girtiyên nexweş bên berdan, an jî tedaviyeke baş bibînin.