KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên civîna asayî ya Konseya Rêveber eşkere kir.

Konseya Rêveber a KNK’ê 21’ê Nîsana 2019’an li navenda xwe ya li Brukselê civîna xwe ya asayî pêk anî. 

KNK’ê li ser encamên civînê daxuyaniyek weşand. Di encamnameyê de hate ragihandin, ku di civînê de destpêkê rewşa siyasî, bûyerên li Kurdistanê û li Cihanê diqewimin.

DI SALA NÛ DE SÊ SERKETINÊN MEZIN

Encamname wiha ye:

“Em bi sê serketinên mezin ketin sala nû. Ji bo me sala nû li Newrozê dest pê dike. Di serî de pîrozbahiyên Newroza îsal gelek qelabaliq û gelek bi coş bûn. Beşdarbûn ji salên derbasbûyî zêdettir bû û li her derê peyama berxwedanê derkete pêş. Bi Newrozê re di heman demê de DAÎŞ bi temamî hate têkbirin û hemî dever ji destê hêzên DAÎŞ’ê hatin rizkarkirin. Ev ne tenê serketineke askerî bû, herweha serketînekî siyasî û dîplomatîk jî bû. Ev zaferek mezin û dîrokî bû. Piştî wê di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê de, HDP li Kurdistanê serket, li bajarên mezin yên Tirkiyê jî li îtîfaqa faşîst ya AKP-MHPê da windakirin. Ev serketin û pêşketineke mezin e. Em bi vê serketinê rêvebir, kesên hatî hilbijartin, endam û alîgirên HDPê û gelê xwe pîroz dikin.

LI DIJÎ ÊRÎŞKARIYA DEWLETA TIRK PÊWÎSTÎ BI BERXWEDANEKE MEZIN HEYE
 
Li gel vê rewşê, ji aliyê din ve Erdogan û hevalbendên xwe yên şerxwaz, hîn jî li ser hikum in. Di hilbijartinê de derbe xwarin. Wekî din jî aboriya Tirkiyê hingî diçe ber bi xirabiyê ve diçe. Di asta navneteweyî de jî astengiyên giran derdikevin pêşiya hukumeta Erdogan. Ev pirs û aloziyên giran, ji polîtîkayên dewleta Tirk ên dijî gelê Kurd û ji şerê Kurdistanê derdikevin. Erdogan û hevkarên wî gelê me û hêzên azadiyê ji vê rewşê berpirsyar dibînin. Tê payîn ku êrîşên xwe zêdetir bikin. Ev jî tê wê wateyê ku rewşa heta niha heyî wê kûrtir bibi, alozî û şer jî, wê berdewam bikin. Dewleta dagirker ya Tirk, wê polîtîkaya xwe ya dijî gel û şoreşa me, wê şerê xwe yê li Bakur, li Rojava û li Başûr bidomîne. Her wiha wê di asta navneteweyî de jî, hemî kartên xwe dijê me kar bîne. Kesek bila hêviyek din jê neke. Li gorî vê rewşê pêwîste hemî hêzên Kurdistanî û gelê me, di nav tekoşîn û berxwedanek mezin de bin. Bila bê zanîn dijminê me, ewqas bi hêz nîne. Li alê eskerî, li alê aborî û di asta navneteweyî de, bi pirsgirêkên mezin re rûbirûye. Li hember vê êrîşkariya dewleta Tirk, berxwedaneke mezin bê hempa lazime. Ji vê pêştir rêyekî din nîne. Em çiqas berxwe bidin, em çiqas êrîşên wan bişkênin, emê ewqasî nîzingê azadî, aştî û çareseriyê bibin. Ev îmakan ev potansiyela me heye û em bawer dikin ku emê ser bikevin.

JI BO BIDAWÎKRINA TECRÎDKIRINA OCALAN BANG LI GELÊ KURD HATE KIRIN

Niha rojeveke sereke çalakiyên greva birçîbûnê ne. Ji bo peyama azadiya Birêz Ocalan bigihê hemî Cihanê, divê berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê were mezinkirin û pêngava “Em ê tecrîdê bişkênin, faşîzmê birûxînin û Kurdistanê azad bikin” jî, bi serkeftinê were biencamkirin. Ji bo şkênandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengtiya Leyla Güven destpêkir û niha hejmaran wan ji heft hezeran derbazbûye, em weke bi rêzdarî hemû çalakvanan silav dikin û diyar dikin ku heta dawiyê ligel daxwaziyên wana ne. Ocalan bi bîr û ramanên xwe, bi hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelên Kurdistanê û mirovahiyê xebatkir û hêjî dike. Xebata ji bo azadiya Birêz Ocalan jî, ji bo me hemiyan peywirekî herî bingehîn e. Li ser vî esasî em bang li gelê xwe dikin ku ji bo şkênandina tecrîdê û azadiya Birêz Ocalan tekoşînê bilind bikin.

REWŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Li rojavayê Kurdistanê û Suriyê şer û alozî berdewam in. DAÎŞ têk çû. Ax û erd di destê wan de nema. Lê weke hêzeke terorê berdewame. Dagirkeriya dewleta Tirk ya li Efrîn û Şehba dewam dike. Muxalefeta Surî bê hêz bûye û ber bi paşerojek nediyar ve diçe. Rejîmê, serweriya xwe ya li ser axa Surî zêde kiriye. Hêzên navneteweyî heta niha jî li Surî ne. Hinek wan xwedî bername ne, lê bernameyên hinek ji wan jî nediyarin. Li gorî vê rewşê divê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê, hem xwe xurttir bike hem jî dîplomasiyek piralî bimeşîne. Hedef ew e ku di avakirina Suriyeya nû de, divê Kurd û pêkhateyên bakur û rojhilatê Suriyê bibin xwedî statuyek xweser û Suriye jî bibe welatek demokrat. Hedefek sereke jî ew e ku dagirkeriya dewleta Tirk, di zûtirin demê de bê rakirin û deverin dagirkirî bêne azadkirin.

Eve demeke komîta KNK’ê ya Rojava, ji bo nîzîngkirina partî û rêxistinên Kurdistanî, bi hemî aliyan re hevdîtinan dike û diyaloqekî navxweyî dimeşîne. Amanc ew e ku Lêvegerek Kurdî ya ku li ser navê Kuradan bibe cihê biryarê bê avakirin. Di vî warî de kar û xebat berdewam in û gav bi gav pêşdeçûnên baş jî pêk tên. Li ser xwestina KNK’ê, Rêveberiya Xweser biryar da ku eger destur negirtibin jî, ofîsên partiyên endamê ENKS’ê bêne vekirin. Weke navenda KNK’ê, serê meha Adarê me xwest em wefdekî bişênin Rojava. Wefda KNK’ê çû başûrê Kurdistanê û xwest derbasî Rojava bibe. Mixabin li gel hemî hewladanan jî, Hukumeta Herêmê û rêveberiya PDK’ê rênedan ku wefda me deriyê Sêamalaka re derbaz bibe. Rêyek din jî tune bû. Wefd bê ku biçe Rojava zivirî. Em vê helwestê şermezar dikin. Çi dibe nila bibe weke KNK, emê karên diyalog û yekîtiya di nava mala Kurdî de berdewam bikin.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Piştî referandûmê û karesata Kerkûk û deverên dabirayî, rewşa Başûr xirab bû û heta niha jî baş nebûye. Mixabin heta niha hêzên Kurdistanî, bi awayekî serkevtî nehatine ba hev û yekîtiyek weke tê xwestin avanekirine. Ev e ji 6 mehan zêdetire hilbijartin pêkhatine, lê heta niha hukumet çênebûye. Hukumeta heyî jî bê bandore û nikare pirsgirêkan çareser bike. Pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî gelek kûrin û eger neyêne çaresekirin, dikarin bibin sedema gelek aloziyan. Peywendiyên bi Bexda yê re jî ne başin, ne yekrû ne û ne li ser bingeha destûrî ne. Ev jî xeteriyên mezin bi xwere tînin. 

Li ser vê rewşa nexweş re, dagirkeriya dewleta Tirk jî, serve zêde bûye. Ev e ji salekî zêdetire, hêzên dewleta Tirk herêma Biradostan dagirkirine û her diçe dagirkeriya xwe zêdetir dikin. Li hember vê dagirkeriyê, berxwedana hêzên HPG’ê berdewam e. Ji xwe gelek deverên din jî, binke û baregehên leşkerî yên artêşa Tirk, eve serê dehan salane li Başûr hene. Gelê me yê Başûr bi giştî ji vê rewşê ne rehete û gelek caran nerazûbûna xwe diyarkirin e. Li herêma Şêledizê serhildanekî mezin li hember dagîrkeriya Tirk pêkhat. Lê mixabin hukumeta herêmê şûna piştgiriya gel biki, li ser çalakvanan de çû û hevaltiya dagirkeran kir. Ev jî rewşê aloztir diki û cesaretê didi dijminan. Bi vê munasebetê em carek din, bang li Hukumeta Herêm û hemî hêzên Kurdistanî dikin kû li hember êrîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk helwest bigrin û li hember êrîşên wan rawestin.

Li Başûr tundûtîjiya li ser jinan berdewame. Ev demeke rêjeya kuştina jinan li Başûr her ku diçe zêdetir dibe. Di vî warîde helwesta hukumet û dezgehên edlî, lewaz e. Ev jî cesaretê dide kujeran. Ev pirsgirêkeke mezine û divê sêrîde hukumet, dezgehê edlî û emnî, bikevin herektê û pêşî li vê rewşa xirab bigrin.  

Her wiha li Başûr, pirsgirêkên aborî û kêm xizmetî jî berdewamin. Pirsgirêka meaşan bi temamî nehatiye çareserkirin. Li bazarê giranî heye û piraniya gelê me di pirsgirêkên aborî re rûbirû ne. gendelî berdewame û heta niha jî vî warî de tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Pirs û pirgirêkên civakî jî hingî diçin kûrtir dibin.

Ji bo başûr ji van pirs û pirsgirêkan dûr bikevi, pêwîstî bi hevpeymaniyek xurt û gohertinên demokratîk hene. Divê keyfiyet, ez ezî û berjewendiyên malbatî û hizbî, li ser berjewendiyên neteweyî re neyêne girtin û herkes rîayetê kanûn û nîzamê bike.

ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Li rojhilatê Kurdistanê jî, dagirkerî û alozî berdewamin. Rejîma Îranê bi çi şêweyî bi bila bibe, guhertinên demokratîk qebûl nake û mafê gelê Kurd nasnake û siyaseta xwe ya çewsandinê berdewam dike. Êrîşên li ser kolberan berdewamin û gihiştine asta qetlîamê. Polîtkaya îdamkirina muxalîfan berdewame. Di heman demê de pirsgirêkên aborî û bêkariyê jî, hingî diçin zêdetir dibin. Pirsgirêka belavbûn û bikaranîna madeyên hişbir (narkotîk) di nav civakê de berdevame. Rejîma Îranê şûna li hember bilavbûn û karanîna madeyên hişbir tedbîran bigre, ber eks pêşiyê lê vedike. Ev tehlîke mezin li ser civaka me çêdike.

Li gel pirsgirêkên aborî, vê demê de ji ber barana zêde lehî rabûn û bû sedemên karesatekî mezin. Niha pêwîstiya gelê me yê Rojhilat bi alîkariyê heye. Bi vê munasebetê em carekî din bang li gelê xwe dikin ku xwedî li mexdûrên lehiyê derkevin û alîkariyê bikin.

Li rojhilat hem pirsgirikên siyasî, hem pirsgirêkên aborî û civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li seranserê Îranê jî, heman pirsgirêk hene. Roj bi roj nerazîbûna gel zêdetir dibe. Xwestina guhertinan, di seranserê Îranê de her roj zêdetir dibe. Ev rewş heta hetayê vî rengî dewam nake. Îran ber bi guhertinekî ve diçe. Pêwîste hêzên Kurdistanî xwe ji vê rewşê re amade bikin. Dema alozî kûr bûn, xwedî li gel û welat derkevin. Ji bo vê yekê jî, sêrîde divê navxwe de yekîtiyekî pêk bînin.

Gelê me yê Asûrî-Sûryanî-Kildanî jî weke gelê Kurd hem li seranserê Kurdistan û hel li herêmê de, di heman pirsgirêkan re rûberûye. Ji ber hejmara kêm û baweriyek dînî ya cuda, di bin zextên giran da dimînin. Divê îdareya Başûrê Kurdistanê, îdareya Bakur û Rojhilatê Suriyê, rewşa hesas ya gelê me yê Asûrî-Sûryanî-Kildanî ber bi çav bigrin û zêdetir xwedî li wan derkevin.

Kurdistan bi giştî di rewşeke aloz de derbaz dibe. Îtîfaqa dijminan ya ku dema referanduma Başûr de pêkhatî berdewam e. Me, Kerkûk û deverên dabirayî bi vê îtîfaqê ji dest dan. Herweha di êrîşa Efrînê de jî, ev îtîfaq li ser kar bû. Di dagirkeriya herêma Biradostan û deverên din yên Başûr de jî, li ser kar bû. Ev îtîfaqa dijminan, ji bo me tehlîke û xeteriyan bi xwe re tîne. Lê çiqas di nav xwe de îtîfaqan çêkin jî, nakoyên di nav wan de jî zêdene. Herweha li hundir û li derve weke dema berê xurt nînin. Gelê Kurd jî neyê dema berê ye. Eger em bikarin navmala xwe sererast bikin û yekîtiyek baş pêkbînin, îmkanên serkevtinê ji hemî deman zêdetirin. Di vê demêde ji hemî deman zêdetir, pêwîstiya me bi îtîfaqê heye. Weke KNK, emê vê mijarê weke mijara sereke bi dest bigrin û ji bo yekîtiya neteweyî, emê hemî derfertên xwe bi kar bînin.

BANGA JI BO CIVATA GIŞTÎ YA KNK’Ê

Di berdewamiya civînê de li gorî rojevê, kar û xebatên sê mehên derbasbûyî, ji aliyê berpirsyarên komîsyonan ve hatin pêşkirin. Li ser kar û xebatan nirxandin hatin kirin û ji bo kar baştir bêne meşandin, pêşniyar hatin kirin û biryar hatin standin. Her wiha plansaziya dema pêş hate nîqaşkirin û xebatên dema pêş hatin plankirin. Piştî mehekî din, KNK 20 saliya xwe temam dike. Çalakî û pîrozbahiyên 20 saliya KNK’ê jî hatin plankirin.

KNK, ber bi civata giştî ya 19’an ve diçe. Civata Giştî ya îsal wê di meha Cotmehê bê çêkirin. Îsal sala nûkirinê ye. Wê endamên KNK’ê ji nû ve bêne hilbijartin û her wiha di Civata Giştî de, di serî de rêveberî û hemî dezgehên KNK’ê wê bêne nûkirin. Amadekariyên hilbijartinan û amadekariyên Civata Giştî li ber çavan re hatin derbaskirin û li gorî vê, kar hate dabeşkirin. 
Civata Giştî û beşdarbûna KNK’ê, ji hemî hêzên Kurdistanî re vekiriye, em dixwazin hemî hêzên Kurdistanî di nav KNK’ê de cihê xwe bigrin. Bi vê munasebetê em bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin û dibêjin ‘werin beşdarê Civata Giştî ya 19. bibin û cihê xwe di nav KN’Kê de bigrin’.”