Hêzên ewlekariya hundirîn derbarê şehadeta endamê xwe de daxuyanî da û nasnama wî eşkere kir

Daxuyaniya hêzên ewlekariya hundirîn wiha ye.

Endamê me Ebdusemed El Hemûd 6ˊê Sibatê dema erka xwe ya li hember gel û axa xwe li bajarê Reqayê bi cih dianî bi guleyan hate hedef girtin û şehîd bû.

Nasnama şehîd wiha ye.

Nav û paşnav Ebdusemed El Hemûd, navê dê Helîme, navê bav Hemûd cih û dîroka tevlêbûnê: Reqa 8’ê adara 2020, cih û dîroka şehadetê 6’ê sibata 2024

Hêzên ewlekariya hundirîn li ser Ebdulselam El Hemûd wiha got:

Ebdusemed ji dema ku tev li nava refên hêzên me bûye ve, bi dilpakî û dilsozî kar û xebatê xwe dikir. Endamekî çalak û bi bandor bû, her tim hewl dida ku xwe bi pêş bixe da ku ji bo welatê xwe tiştê herî baş pêşkêş bike. Heta kêliya dawî ya şehadeta xwe ewlekariya welatê xwe diparast.