Wezîrê Şer ê dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya konsepta qirkirinê de li başûrê kurdistanê li Hewlêrê ne.

Serfermandarê giştî yê dewleta dagirker a Tirk Metîn Gurak jî li gel wî ye, bi hev re hevdîtinan dikin.

Her du wezîrên dagirker bi Wezîrê Karên Hindir ê Hikûmeta başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed re hevdîtin kirin.

Piştî hevdîtinê, Rêber Ehmed daxuyanî da çapemeniyê.

Rêber Ehmed ê bi daxuyaniyên xwe yên li dijî berjewendiyên gel û tevgera azadiyê tê naskirin, êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk rewa nîşanda.

Hate gotin di hevdîtinê de berjewendiyên her dû aliyan hatine gotûbêjkirin.

Yaşar Guler û Metîn Gurak li Hewlêrê bi cîgirê serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Qûbad Talebanî re jî hevdîtin kir.

Berdevkê Qubad Talebanî, Semîr Hewramî li ser naveroka hevdîtinê daxuyanî da çapemeniyê, da zanîn çend mijar hatine gotûbêj kirin.

Wezîrê şer ê dewleta Tirk Yaşar Guler û Serfermandarê giştî yê artêşê Metîn Gurak li başûrê kurdistanê di çarçoveya konsepta qirkirinê de, bi Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Mesûd Barzanî her wiha bi şandeya Eniya Tirkmen a Iraqê re jî hevdîtin kir.