Dûran Kalkan, bi berfirehî li ser tecrîd û komploya navnetewî sekinî.

Destnîşan kir ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê bi awayekî bandor li her kesî dike.

Ku di navbera Kurd û Tirkan de aştiyek pêk were, yê karibe vê pêk bîne Rêber Apo ye. Ji derveyî wî tu kesekî din yê xwedî rol û mîsyon nîne. Tu kesekî ku vê pêvajoyê pêşbixe nîne.

Divê Kurd jî, dewleta Tirk jî, civak jî, jin û ciwan jî, mirovahî jî û siyaseta cîhanê hemû jî vê yekê baş bizan e. Ya rast ev e.

Em têdikoşin, şer birêve dibin. Rêveberiya şer in, rêveberiya têkoşînê ne. Ji serî de ev wisa bû.

Lê ku çareseriyeke siyasî pêk were, siyaset birêve biçe û çareseriyeke demokratîk pêk were. Yek navnîşana wê heye; ew jî rêber Apo ye!

Dûran Kalkan da zanîn ku qirkirina Kurdan di ser Îmrali re tê meşandin.

Sîstema li Îmraliyê hê jî baş nehatiye fêmkirin. Tenê tecrîd tê gotin, tecrîd aliyekî wê ye.

Lê tenê bi gotina tecrîdê sîstema Îmraliyê nayê fêmkirin. Divê neyê gotin ku ‘tecrîd nebe, Îmrali jî nabe!’ ev ne rast e.

Li wêderê êşkenceyeke mezin heye, pêvajoyeke îmhayê heye. Ev sîstemeke qirkirinê ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, bi berdewamî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo bibîr xist û got;

Komploya navnetewî weke sîstema Îmraliyê dewam dike. Bala xwe bidinê, her cure bê hiqûqî li Îmraliyê heye. Tu rêgez, hiqûq, exlaq pêk nayên û deng ji tu kesî dernakeve. Her kes bi roleke ker, kor û bê ziman tevdigere.

Ew kesên ku ji xwe re dibêjin demokrat û hêzên navnetewî hemû bi vî awayî nêz dibin.

Dûran Kalkan, berxwedana Rêber Apo ku 25 sal e li dijî komployê dimeşîne silav kir.

25 sal e li ser bingehê sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê, sîstema gerdunî ya modernîteya kapîtalîst, bi destê dewletên heyî êrişî civaka Kurd dike.

Li hemberî vê gelê Kurd, tevgera me, hêzên gerîla û dostên me li ber xwe dide. Di rastiyê de mirovahî li ber xwe dide.

Li hemberî êrişa bê mînak, berxwedana tê kirin jî bê mînak e. Û bi saya vê berxwedanê heya niha gelek caran komplo vala hate derxistin.

Endamê Koîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, bi van gotinan bal kişand ser têkoşîna ku divê li dijî komployê were meşandin.

Komploya navnetewî bi êrişa li dijî îradeya azad a Kurd xwest vê îradeyê ji holê rake.

Ji ber wê yekê jî divê bê zanîn ku têkoşîna li dijî komployê, têkoşîna li dijî dîktatoriya faşîst a Tirkiyê ye.

Li Kurdistanê têkoşîna li dijî nokerî û îxanetkarane.

Têkoşîna li dijî komployê, ji têkoşîna li dijî pergala tecrîd, êşkence û qirkirina Îmraliyê nayê veqetandin.

Her ku têkoşîna li dijî komployê pêş bikeve, wê dîktatoriya faşîst jî, hevkariya îxanetê jî têk biçe.