Endamên ENKS’ê yên ku li Efrînê tevî hêzên dagirker li dijî gelê xwe zilmê dikin, welatiyan nîşanî çeteyan didin û pereyê wan didizin. Hat zanîn ku endamên ENKS’ê welatiyan bi hincetên cuda weke hedef nîşanî çeteyan didin û çete jî van kesan direvînin. Piştre jî ji malbatan fîdye tê xwestin û pereyê ku ji gel distînin jî bi ENKS’iyan re parve dikin

Qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibe. Bi girêdayî qeyrana aboriyê re jî li Tirkiyeyê pirsgirêka kûrê derket û li hemberî dowîzê, lîreyê tirk her ku diçe jî nirxê xwe winda dike. Bi derketina qeyrana aboriyê re jî dewleta tirk mûçeyê ku dida komên çete yên li Efrînê, birî. Bi qutkirina mûçeyê wan re jî komên çete li Efrînê talan, dizî û wêraniya xwe zêdetir kir.

Weke ku tê zanîn komên çete welatiyên Efrînê direvînin û li hemberî berdana wan jî ji malbatên wan fîdyeyê dixwazin. Malbatên ku nikarin pereyan bidin jî zarokên wan tên kuştin û rastî îşkenceyên giran tên. Li gorî agahiyên ji Efrînê, komên çete bi rêya endamên ENKS’ê li Efrînê welatiyan destnîşan dikin û direvînin. Hat zanîn ku herî dawî jî komên çete pereyê ku ji malbatan distînin, bi ENKS’iyan re parve dikin.

Bi hincetên sosrate welatiyan digirin

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku komên çete bi ser gelek malan de girtin û bi hincetên sosret ên weke ‘endamên rêxistinê’, ‘tev li bernameya televîzyonê bûye’, ‘tev li şahî û çalakiyeke PYD’ê bûye’ an jî ‘endamekê PYD’ê serdana wan kiriye’ tên revandin. Çavkaniyan got ku komên çete li hemberî berdana wan jî pereyan ji malbatên wan dixwazin. Çavkaniyan daxuyand ku ji bo rizgarkirina zarokên xwe jî malbat neçar dimînin ku her tiştên xwe bidin çeteyan.

ENKS’î bi dijminane gelê xwe dide revandin

Di berdewamê de jî çavkaniyan ev agahî parve kir: “Endamên ENKS’ê ji komên çete re kesan nîşan didin. Bi taybetî jî kesên ku di demên berê de di navbera wan de pirsgirêk hebûn, didin girtin. Her wiha kesên ku piştî kiryarên ENKS’ê dîtin û jê dûrketin jî tên girtin. Lê ya herî girîng ew e ku kesên welatparêz bi hinceta ‘endamên PYD’ê ne’ nîşanî çeteyan didin û ew didin revandin. Di rojên dawî de ji ber van hincetan bi pêşengtiya ENKS’ê 28 kes hatin revandin û fîdye ji malbatên wan hatin xwestin.”