Nivîskar û dîroknas Ebdulseta Cebarî anî ziman, ku xeyalên Osmaniya nû yên Serokkomarê Tirk Erdogan, welat ber bi têkçûnê ve biriye û got, “Erdogan li nava çiraveke siyasî ya giran çikiya ye.”

Dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan di çarçoveya siyaseta Neo-Osmanî de bi armanca berfirehkirina xaka Osmanî bi şêwazeke nû dixwaze împratoriya Osmanî nû bike û herêmên stratejîk dagir bike. Şeva 23’ê Nîsanê dewleta Tirk pêleke mezin a êrişên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin ku armanca wê ji wan êrişan ew bû ku hemû destketiyên Kurdan tune bike û Başûrê Kurdistanê bike pêvekê desthilatiya Osmaniya nû ya xeyal dike.

Tirkiye ji bilî siyasetên êrişkar û dagirker ên li hemberî Kurdan li Sûriyê û Iraqê, li her deverê dijî Kurdan û dijî neyarên birayên misilman û Erdogan wek kes tevdigere. Wate ligel helwesta netewperestiya Tirk û zêdexwaziya ku ji dewleta Osmanî weke mîrate jê re maye, hewldanên zêdexwaziya dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan ku xwe wek paşayê Osmaniya nû dibîne di demên bihorî de çend operasyon ji bo zêdekirina hegemonya xwe li herêmê pêkanî. Weke pêkanîna operasyon û şandina leşkeran ji bo Lîbya, Sûriye, Iraq û Azerbaycan û çend hewldanên ji bo lêgerîna çavkaniyên enerjiyê li Behra Spî ku ev jî bû sedema fikarê ya welatên Ewropî.

Têkildarê zêdexwaziyên Erdogan yên ji bo zindîkirina dewleta Osmanî ya nû Dîroknas Ebdulsetar Cebarî ji ANF’ê re nirxandin kir û got, “Erdogan û Osmanî di xalekê de hevbeşin, çawa ku ji dewleta Osmanî re dihate gotin zilamê nexweş û têkçûyî, niha jî Erdogan zilamê nexweş e û têkçûna wî jî nêzîk e.”

Hêjayê bibîrxistinê ye ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de împratoriya Înglîzan ji Osmaniyan re digot ‘zilamê nexweş ê dewlemend’, li gorî ku dewleta Osmanî hemû mal û dewlemendiya welat ên destê xwe li Tirkiyeye îroyî komkiribû û di rojên dawî yên desthilata wê de bû sedemê lewazbûna wê, lewma Îngilîzan nasnava ‘zilamê nexweş ê dewlemend’ danîbûn ser dewleta Osman.

DÎNÊ ÎSLAMÊ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE LI DIJÎ GEL BIKAR DIANÎ

Nivîskar û Dîroknas Ebdulsetar Cebarî di derbarê xwe ferzkirina Erdogan yê weke xelîfeyekî Îslamî û Osmanî de nêrînên xwe pavekir û diyarkir, “Erdogan di nav xewn û xeyaleke nepêkan de dijî, ji ber ku civaka niha li gorî serdema Osmaniyan hişyartirin. Berê dewleta Osmanî dînê Îslamê ji bo berjewendiyên xwe li dijî gel bikar dianî û gel wisa perwerde kiribû ku eger şaşitiyekê li hemberî dewleta Osmanî pêk bînî vê çaxê te li hemberî Îslamê pêkaniye û tu yê biçî dojehê, lê niha ew qonaxê ne hişyarbûna gel derbas bûye.”

Dîroknas Cebarî her wiha işaret bi rewşa alîgirên zêdexwaziya Erdogan kir û wiha pêde çû, “Niha ne tenê gelê Kurd û gelên herêmê ji operasyonên leşkerî û zêdexwaziyên Tirkiyeyê bi fikarin, ji ber ku di hindurê Tirkiyeyê jî fikareke mezin heta di nav kesên nêzî Erdogan û yên demekê dost û hevparê wî bûn heye ku ji siyasetên wî nerazî ne û metirsiyên zêdexwaziyê fêmkirine. Yek ji encamên zêdexwaziyên Erdogan kavilbûna aboriya welat e ku Tirkiye xistiye nava krîzeke aborî. Weke mînak Alî Babacan dibêje, ‘beriya zuwabûna xwêhdana eniya me destmala me winda dibe’.”

Cebarî di berdewama nirxandinên xwe de destnîşan kir ku Tirkiye ji aliyê dîplomasiya li herêmê ve tecrîd bûye û anî ziman, “Berê dost û hevparê kevn ê Erdogan Ahmet Davûtoglû digot, em ê Tirkiyeyê ava bikin û li herêmê aştiyê çêbikin, lê niha Tirkiye di rewşa herî xirab a dîplomasiyê de ye. Ji ber hemû welatên kendavê û yên cîran ji nêzîkatî û destwerdanên wê bifikarin. Ji ber ku eger Erdogan ku xwe wek împratorê Osmanî bizane, wê di yek xalê de hevbeş bin û ev jî zilamê nexweş e û Erdogan nêzî tunebûnê ye.

Dema aboriya Tirkiyeyê bi hêz bû Erdogan wê wek firsendek dît ku dewleta Osmanî ava bike, wisa bû ku Erdogan li bajarekî Tirkiyeyê qesra Osmanî ava kir. Di demên bihorî de jî her hefteyê li cihên giştî yên Tirkiyeyê bi biryara Erdogan berhemên çandî yên serdema Osmanî bê pere tên nîşandan da ji gel re bêje waye em împratorî ne. Weke Fîravûn ku çawa xwe bi xwediyê hemû herêmê didît, Erdogan jî bi heman rengî hizirî, lê di wir de serketî nebû.”

“ERDOGAN KETIYE NAVA ÇIRAVEKE SİYASÎ KU XELASBÛYÎNA JÊ ZEHMET E”

Nivîskar û Dîroknas Ebdulsetar Cebarî di beşek din a nirxandinên xwe de bal kişande ser rewşa niha ya desthilatdariya Erdogan û got, “Ji niha ve Erdogan ketiye nava çiraveke siyasî ku xelasbûyîna jê zehmet e. Kesên nêzî Erdogan hewldidin ku niha Erdogan rizgar bikin û razî bin ku mane. Lê derketina ji vê krîz û çirava siyasî ewqasê hêsan nîne.”

“KURDAN ISRARA LI SER NETEWEBÛNA XWE DOMAND”

Cebarî destnîşan kir ku di encama siyaseta asîmîlasyona dewleta Tirk neteweyên din ên li Tirkiyê dijîn neçar hatin hiştin ku bibin Tirk û wiha domand, “Di demekê de ku hemû netewên li Tirkiyê xwe kirin Tirk, lê Kurdan israra li ser netewbûna xwe domand. Ev yek sedemê kîna Tirk e ya li hemberî Kurd. Ev israra Kurdan ya li ser netewbûna xwe wedigere dema dayika me ya mezin Nefertîtî, dema Nefertîtî Xwedabûyîna Fîravûn qebûl nake û dibêje ‘Xwedê rojeke yekta heye ku divê îbadeta wê bikin’, ji ber wê Fîravûn weke Xwedayekê wê û kurê wê dikuje.”

“ERDOGAN HEWL DIDE DÎROKA RESEN A KURDAN TUNE BIKE”

Nivîskar û Dîroknas Ebdulsetar Cebarî di dawiyê de wiha behsa hewldanên qirkirina Kurdan yên Erdogan kir, “Gelê Kurd ji bo parastina netewa xwe timî amade ye ku berdêlan bide, ji ber vê di dilê dewleta Tirk de kîna li hember Kurdan maye. Niha jî Erdogan hewldide dîroka resen a Kurdan tune bike. Lê tu carî wê ew hewldanane serketî nebin, ji ber ku mezintirîn xizîne û sermayeya çandî û gelêrî ya Kurdî li Bakurê Kurdistanê heye.”