Li navçeya Sûrê ya Amedê, Tacettîn Aslan bi êşkenceyê hate destgîrkirin û bi îdîaya “li ber polîsan rabûye” hate girtin.

Li taxa Melîk Ahmet a navçeya Sûrê ya Amedê şeva 18’ê Mijdarê di navbera komek ji ciwanan de nîqaş derket. Polîsên ku hatin cihê bûyerê, Tacettîn Aslan ê li kolanê bû bi zorê li erdê dirêj kirin û ji pişt ve kelepçe pê ve kirin.

Ciwan bi êşkenceya polîsan hate destgîrkirin. Dîmenê vê êşkenceyê jî hate weşandin.

Di dîmen de tê dîtin ku polîsekî sivîl bi pihînan li ciwanê li erdê dirêjkirî dixe.

Dayik nerazîbûnê nîşanî polîsan dide ku li kurê wê dixin, lê polîs dayikê jî dehf didin. Şêniyên herêmê nerazîbûnê nîşan didin, lê belê polîs sixêf û heqaretan li xelkê dikin.

Tacettîn Aslan ê ku bi lêdanê hate destgîrkirin bi îdîaya “li ber polîsan rabûye” hate girtin.