Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn çû serdana rojnamevan Esra Solîn Dal û got; Beriya Roja Azadiya Çapemeniyê bi 3 rojan rojnamevan hatin girtin. Ev jî tê wateyê ku li Tirkiyê berdêla vê rojê nîne. Ji avakirina Komarê û vir ve, çapemeniya mûxalîf qet azad nebûye.

Keskîn, da zanîn ku Tirkiye li gorî peymanên îmze kirine tevnager û got; Ez ne rojnamevan im lê navê min 3 salan weke gerînendeya weşanê ya giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ku rojnameya Mûsa Anter e, her tim deynê dilsoziyê hîs dikim. Ji ber vê yekê, ez xwe nêzîkî rojnamevanên ku li pey rastiyan dibezin dibînim.

Mixabin ne muxalafeta siyasî û ne jî muxalafeta medya heye. Min di tu televizyon û organên çapemeniya mûxalîf de nedît ku xwedî li nûçegihanên ji ber çêkirina nûçeyên xwe hatine girtin xwedî derkevin.

Keskîn, diyar kir ku wê di 30’ê Nîsanê de bi rojnamevan Esra Solîn Dal re hevdîtin kiriye û got; Yekane sucdariya dikin çêkirina nuçeyan e. Yanî ev hevala rojnamevan, ji nûçeyên çêkirine hatiye girtin. Rojnamevan Esra, di hucreyeke 4 gav û nîvan de tê girtin. Xwarin nedanê, tenê av dane û êvarî nanek danê. Ev hemû binpêkirina mafan e û suc in.

Li girtîgehan Lijneya Çavdêrî û Îdareyê heye û weke kontra tevdigere. Rojnamevan Esra xwestiye derbasî qawişê bibe. Lijneya Çavdêrî û Îdarê, ji Solînê xwestiye ku bêje ‘ez endamê vê rêxistinê me, ji ber wê yekê dixwazim derbasî vê qawişê bibim’. Solîn gotiye ez ne endamê rêxistinê me, ez rojnamevan im û ew kaxez îmze nekiriye.

Dema dikevî girtîgehê jî hewl didin ku bêje ‘ez endamê rêxistinê me’, lê ev daxwaz jî red kiriye. Ev kiryar derqanunî ne û suc in.

Divê ev pergala ne hiqûqê û ne demokratîk demildest ji holê bê rakirin.