Li Stembolê taxa Gayrettepe 2’ê Adarê li kulûbekê di dema înşaetê de şewat derket û 29 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Piştî mirina karkeran, patron û berpirsiyar nehatin darizandin, yên hatin darizandin jî bi cezayên biçûk hatin ceza kirin

Ji şahidên komkujiyê Hasret Ûzûn ji ANF’ê re behsa bûyerê kir û got; Di dema şewat derket ez yek ji karkeran bûm. Bi qasî 15 kêliyan ji şewatê rizgar bûm. Ji bo kulûba şevê bigihêje cejnê zexteke giran li karkeran dihate kirin. 10 karên cuda di heman demê de û li heman cihî dihate kirin û têkildarî wan jî ti tedbîr nehatibûn girtin.

Hasret destnîşan kir ku di dema şewatê de sensorên vemirandina şewatê karnedikirin. Tenê tupekî vemirandina şewatê hebû, ew jî xerabe bû. Di hundirê kulûbê de deriyekî rizgariya lezgîn jî tune bû. Tenê kesek ji şewatê rizgar bû, ew jî ji derketina herêma bi navê pasajê ku cihekî veşartî ye, kes pê nizane û deriyekî biçûk e, rizgar bû.

Ti ji xebatkaran bi vê derê nizane. Di dema înşaetê de timî ji me dihate xwestin ku em zêde deng nekin, ji ber ku destûr ji şaredariyê nehatibû girtin.”

Hasret Uzun, herî dawî got; Piştî şewatê jî, weke tiştek nebûye patronan îmşaat domandin. Qet li jiyana karkeran nefikirîn. 29 kes mirin, lê patron mîna ku mirîşk mirine tevdigeriyan. Zanîbûn ku wê cezayên giran li wan neyê birîn.