Artêşa Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û dest bi danîna hêzên xwe kir.

Artêşa Tirk bi balafirên şer û helîkopterên Kobra bi şev saet di 03:00 de bombardûmaneke giran li qadên Prizê, Bergarê û Siyanê yên Garê kir.

Dagirkeran piştre hejmareke zêde leşker li qada Siyanê danîn.

Şerê ku li vê qadê di navbera gerîla û dagirkeran de dest pê kir, dewam dike.

Hêzên gerîla bersiv dan helîkopterên Kobra yên Gare bombe dikirin û li ser vê yekê helîkopter ji herêmê çûn.