Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, yek ji cihên ku çavê her kesî li ser e, encamên sindoqan ên li Şirnexê ne.

AKP hemû derfetên desthilatdariyê bi kar tîne, dixwaze bi dengê polîs û leşkeran rengê hilbijartinê biguherîne.

Tevgera siyasî ya kurd berî niha şaredariyê ji sedî 70-80 bi dest dixist û niha dixwaze bi DEM Partiyê şaredariyê ji nû ve bi dest bixe.

Tevgera siyasî ya kurd carê ewil di hilbijartinên herêmî yên 2004’an de Şaredariya Şirnexê bi dest xist.

Ahmet Ertak ji lîsteyên Partiya Demokrat a Civakî (SHP) ket hilbijartinê û bi rêjeya ji sedî 45,1’ê dengan bû Şaredarê Şirnexê.

Namzetê AKP’ê Mehmet Yarka li hemberî Ertak têkçûneke mezin jiya û di vê hilbijartinê de careke din wek namzetê AKP’ê hate nîşandan.

Şaredarê berê yê Şirnexê Ahmet Ertak, di navbera salên 2004 û 2009’an de wek Şaredarê Şirnexê peywira xwe domand. Ertak piştî 20 salan, di vê hilbijartina krîtîk de ji bo DEM Parti bang li gelê Şirnexê kir.