Komek ji Kurdan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê li hev kom bû û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir.

Çalakgeran dowîzên bi nivîsa “herêma li firînê qedexe ragihînin’ hildan.

Di dema çalakiyê de daxuyanî hate dayin û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li Rojava zarok û dayikên Kurd têne qetilkirin. Divê cîhan vê yekê bibîne.”