Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der heqê êrişa li dijî nexweşxaneya Xezeyê daxuyanî da.

KCK’ê ji malbatên qurbaniyan re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xwest.

KCK êriş weke komkujî pênase kir û got:

Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Vê bûyera bi êş û giran a bi ser gelê Filistînê ve hat, em gelekî êşandine.

Em pir xemgîn in. Di serî de xelkê Xezayê em sersaxiyê ji tevahiya gelê Filistînê re dixwazin.

Em careke din piştgiriya xwe ya bi gelê Filistînê û doza wan a mafdar re nîşan didin.

Der heqê helwesta hêzên cîhanî de ku di pozîsyona temaşekirina êrişan de ne, KCK’ê ev nirxandin kirin:

Mixabin ev êriş li pêş çavên tevahiya cîhanê têne kirin.

Dewlet û hêzên serdest ne ji bo çareseriyê, lê li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî tevdigerin.

Bi çi rengî nêzî gelê Kurd dibin, bi heman rengî nêzî gelê Filistînê jî dibin.

Pirsgirêka Îsraîl-Filistînê û rewşa heyî ji bo polîtîkayên xwe bi kar tînin.

Yek ji hêzên ku herî zêde vê dike jî dewleta Tirk e. Derd, hewldan û karê dewleta Tirk ne ji bo çareseriyê ye.

Ew jî bi qasî dewleta Îsraîlê berpirsyar û sûcdar in.

KCK’ê ragihand wê piştevaniya xwe ya bi gelê Filistînê re bidomîne û ji bo çareseriyê ev pêşniyaz kirin:

Pir girîng e ku di serî de gelên Ereb û Cihû bi lîstikên dewletan zanibin.

Gelê Kurd jî divê piştevaniya xwe ya bi gelê Fîlîstînê re hîn bêhtir destnîşan bike.

Çareseriya yekane û rasteqîn a pirsgirêkên li Rojhilata Navîn projeya Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk e.

Ya ku vê çareseriyê pêk bîne jî têkoşîna hevpar a gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî ya gelên Kurd, Ereb û Cihû ye.