Li Elmanya bajarê Stûttgartê di çarçoveya kampanya “100 hezar qert” ya ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin de, ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin.

Piştî şandina kartan, Kurdistanî û dostên wan li Qada Kobanê kombûn û êrîşên dewleta Tirk a ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî protesto kirin.

Di çalakiyê de daxuyanî bi zimanê Kurdî û Elmanî hatin xwendin.

Çalekiya girseyî bi diruşmeyan bi dawî bû.

Li Frankfûrtê jî, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger -TCŞ û Tevgera Jinên Ciwanên Têkoşer -TekoJIN, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye hatin protesto kirin.

Ciwanan daxuyaniya xwe bi zimanê Kurdî û Elmanî xwendin û çalekî bi diruşmeyan bi dawî kirin.

Li Hollanda payîtext Amsterdamê jî, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî rojava hatin şermezar kirin.

Kurdistanî û dostên wan, li ber Îstgeha Centraalê kom bûn û miting kirin.

Di mitingê de axavtin hatin kirin û hate gotin; dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze Kurdan û gelên li herêmê tune bike.

Axavtvanan bang li raya giştî ya Ewropa kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bikevê nava liv û tevgerê.

Li Kibrisê bajarê Lîmasolê jî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk hatin protestokirin

Çalekiya li Lîmasolê, bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Teofîlosê pêkhat.

Girseya heta bi Konsolosxaneya Rûsya meşiyan û dirûşme berz kirin.

Çalakî piştî axavtina nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbûş bi dawî bû.